GELO “WÊ TU TİŞT WEKE BERÊ NEBE?”

Di demek kin de jiyana doyin hat rawestin û li gor pîvanên xweparastinê guhertinên nû ketin jiyana me.

Cano Amedî
Cano Amedî20 Nîsan 2020

Di vê pêvajoya vayrosa Korona de, cîhan seranser di bin tirs û xofa  “mirinê” de nizane çi bike.

Dewletên
bi hêz û desthilatdarên cîhanê, di bin bayê neçarîyê de ketîne tayê. Ne artêşên
wan, ne çekên konvansîyonel û mûşekên balastîkî, ne jî çekên atomî û kîmyawî li
dijî vayrosa Korona bi kêr nayê. Sîstemên wan yên tendurîstîyê yek bi yek
têkçû.

Ew
dijmînê bi xof û tirs, bi çavan nayê dîtin û rê li ber nayê girtin, tevahîya mirovahîyê
dîl girtîye. Hemû dewlet û şîrketên mezin, ji bo rêyek bibîne, di nava
hewldanan de ne.  Hemû ol û bawerî xwe
spartine xwedê ku derîyekî xêrê li wan veke. Lê belê cara yekem e ku hemû ol û
bawerîyên cuda bi hevra di nav xof û tirsek hevpar de nêzî hev dibin û bêçare ne!
Mizgeft, Dêr, Hewre û perestgehên din kilît li derîyên xwe xistîne! Ev vayrosa Korona
hemû îdeolojî, ol û bawerîyên cûda dîl girtîye. Di nav çend mehan de, em bûn
şahidên bêçarebûna hemû sîstemên rêvebirîyê û desthilatdarîyê.

Herkes
dibêje: piştî şewba Koronayê, wê tu tiştek weke berê nebe! Gelo ev rast e!? Wê
tu tiştek weke berê nebe? Desthilatdarên dunyayê û malbata mirovahîyê li
hemberî pêlên guhertinê çiqas amade ne? Li hemberî sîstema sirûştî, em çiqas li
hevkirî û têgihiştî ne? Çima em naxwazin fêrî sîstema sirûştî bibin û pê re
lihevkirî bin? Wê çewa hovîtî û êrîşên dewletan, mirovan li hemberî dayika
xwezayê bê rawestandin? Emê bikaribin li gor sîstema xwezayê tevbigerin. Gelo
piştî şewba Korona emê dîsa êrişker û hovên xirabkir bin an beşek ji xwezayê û
lihevkirên dayîka sirûştê bin? Bersîv…..?

Gelo
em vê pirsê ji hêz û desthilatdarên gelê Kurd bipisin, li gor we bersîv wê çibin?
Her tişt wê weke berê xirabtir be an “Tu tiştek weke berê nebe?”  Civata Kurd, partî, rêxistin, sazîyên fermî û
sivîl, rewşenbîr û kadroyên sîyasî çiqas amade ne ku ji kozik û “pîrozgehên”
xwe derkevin qada rastîyan? Bersîvên hemû alîyan wê li hemberî pêlên guhertinê
çibin? Gelo hewldan û tevgerên me, parastinên me, wê dîsa li ser rêgeha
berjewendîyên kesayetî, hizbî û kozikan be an li gor pîvanên parastina
berjewendîyên netewî û giştî be? Ji bo min bersîva van pirsan gelek girîng e û
mijarek sereke ye!

Dunya
alem bi hev ra dibêjin: “ Wê tu tiştek weke berê nebe!” Rast e an derew e; wê
di demek nêzîk de derkeve holê. Dîrok wê gotin û kiryarên me, helwest û tevgerên
me qeyd bike. Em bi xwe re û bi xwezayê re çiqas rast û dirustin, wê dem nîşan
bide. Rast e, tu tiştek weke berê namîne. Guhertin, nûbûn, vejîn, pêşveçûn û
lihevkirin, wê li gor kîjan hûqûq û pîvanan be? Bersîvên van pirsan, wê rê û
rêgehên me yên dahatû dîyar bike.

Pîştî
biryara ‘‘Pandemî‘‘ ku ji alîyê 
Rêxistina Tenduristî ya Dunyê ve hat eşkera kirin, gelek welat û dewlet
dest bi tedbîr û amadekarîyan kirin. Hatin û çûyin hat qedexe kirin, derîyên
sînoran hatin girtin, rêwîtîya reşayî, deryayî û hewayî hat rawestin. Şêweyên
bazirganîyê hat guhertin, pispor, zana û doktorên navdar, hişyarî dan dewletên
xwe û di derheqê nexweşîyê de civat agahdar kirin.

Ji
paqijîya destan bigirin heta mesafa nav mirovan, karantîna kesan, karantîna
malbat û avahîyan, karantîna bajaran, di dawî de karantîna seranserê welatan
derket holê.

Di
demek kin de jiyana doyin hat rawestin û li gor pîvanên xweparastinê  guhertinên nû ketin jiyana me.

Aborîya
dunyê bi tayê ket, ne dîyare wê bigihîje kîjan encamê. Wê bandorek çewa derkeve
holê û di bin vê erdhêjê de emê rastî kîjan encaman bibin, ne dîyar e.

Hemû
dewletên dunyê, li gor îmkan û derfetên aborîya xwe, bi vayrosa Korona re
ketine nav şerekî giran. Lê dewletên herî mezin û bi hêz di  nav lepên vayrosa Korona de dinalin.
Perîşanî, neçarî û şerpezeya dewletan derket holê. Hinek dewlet, dest bi karên
şelandinyê kirin û dest dan ser maske û alavên tenduristîyê yê welatekî din!

Hinek
dewlet, di warê aborîyê de, projeyên alîkarîyê dîyar kirin. Di van rojên teng û
dijwar de, êş û pirsgirekên hemwelatîyên xwe parve kirin. Hinek dewlet jî
pêvajoya ‘‘Pandemî‘‘ weke firsetek nû dîtin û dest bi şêlandina hemwelatîyên
xwe kirin!..

Li
başûrê welatê me, hukumeta Kurdistanê bi tedbîr û helwestên xwe azmûnek dîrokî
nîşan da. Her çiqas weke heremek federal û girêdayî İraqê be jî, di pratîkê de
weke dewletek medenî tevgerîya û serkeftinên mezin bi dest xist. Hişyarî da
hemwelatîyên xwe û rê li ber belavbûna şewba Korona asê kir. Ev helwest û
rêvebirîya hukumetê cîhê şanezî û kêfxweşîyê ye. Ji ber vê serkeftinê û
îdarekirina qeyrana Korona Rêxistina Tenduristîya Dunyê (World Health
Orgaization) WHO, ji bo Hukûmeta Herêma Kurdistan dilxweşîya xwe diyar kir û ji
bo serkeftinê minaka herema Kurdistanê bi dunyê re parve kir. Ev jî cîhê
serbilindîyê ye. Dewletên dagîrker û yên cîran hê jî negihiştinê wan encaman.
Rewşa îran û Tirkîye têda ye li ber çavan e!

Em
hêvîdar in gelê Kurdistanê û malbata mirovahîyê di demek nêzîk de, wê bi
azmûnek serkeftî rê li ber şewba Korona bigirin. Em bûn şahid ku sistema
sirûştî cardin hişyarîyek tundrew da malbata mirovahîyê ku hed û sînorên xwe
bizanibin!

Ez
bawer im her tişt li gor dil û daxwazên me nebe jî “wê tu tiştek weke berê
nebe!” Guhertin, nûbûn, peşveçûyîn û vejîn, bingeh û pêwîstîyên herî serke ne.
Bi hişmendîyek nûjen, bi rê û rêbazên aştîyane, bi asoyek fireh, pêwîst e em bi
sîstema sirûştî re lihevkirî bin.

Pêwîstîya
mirovahîyê bi rê û rêbazên nû heye. Em hêvî dikin hukumeta Kurdistanê, ji niha ve
projeyên hilberîna zad, cotyarî û di warên tenduristîyê gavên erênî bavêje.
Divê wargehên kiştûkalîyê bên parastin, rê li ber dagîrkerîya avahîyên beton bê
girtin. Divê ew sîyaseta têrnebûn û çavbirçîtîyê bê rawestin û zevîyên çandunyê
û erdên kiştûkalîyê bên parastin, zûtirîn projeyên hilberîna berhemên kiştûkalîyê
bên amade kirin. Ne seyarên ‘‘monîka‘‘, ne avahîyên bilind û rengdar ne jî
koşkên heft rengîn nikare me biparêze. Tenê hilberîna berhemên kiştukalî û
hilberina senayî û teknolojî dikare me biparêze. Hêvî dikim hemû dem û rojên we
bi tenduristîyek baş derbas bibe!   

                                         
17-04-2020 
 Cano
Amedî – AMED