“Dayê bîhna sêvan tê!”

16 Adarê 1988 an de, gava ji asîman de mirin di barîya ser bajarê Halepçê,
keçeke Kurd bi dengekî melûl bangî dayîka xwe dikir û digot: “Dayê bîhna
sêvan tê”! Dayîka reben bi dengekî kelegirî bersîva keça xwe dida: “Dayik
heyran, keça mina delal, ev bîhna sêvan, gume guma dengên topan, gure gura
balafiran û şingîna dengê şûran, ne ji îro ve ye, sed sal zêdetir e bav û
bapîrên me dîtine, jîyane! Xuyaye îro dor
dora me ye!..”
Erdnegarîya em li ser dijîn, ev cîh û
warên me, bihûşta xewn û xeyalên me,
welatê me yê şêrîn, Kurdistana zêrîn ji destpêka salan 1900an vir de,
bîhna sêvan jê kêm nebûye.
Cara yekem balafirên Birîtanya, li ser
asîmanê Kurdistanê mirin barandin! Weke teyrên berata, weke qeflên keftaran, li
ser gelê Kurd mirin reşandin! Dûre li deşta Amedê, Pîran Çewlik û Alezîzê Şêx
Seîdê kal bûbû şahidê wan rojan, Li Agirî îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe, li
Dersimê Seyîd Riza û hevalên xwe, li Koçgirî Elî Şêr û hevalên xwe bûn şahidên “bîhna
sêvan”! Ew bîhn hê jî di qunçikên şikeftên Dêrsimê de veşartîye! Li qada Çarçira`yê,
li Mahabad`ê Pêşewa Qazî Muhamed û hevalên xwe, li bajarê Silêmanî`yê şêx
Mehmûdê Berzencî û hevalên xwe, li seranserê Kurdîstanê Mele Mustafa Barzanî û
hevalên xwe çendî car bûn şahidên wan rojên reş û tarî! Gelê Kurd, çendî car
bûn şahid û kurbanîyên wan rojan! Çendî car “bîhna sêvan” û cureyên
mirinê dîtin, îro jî yek ji wan rojan e Kurdistana min a delal!
Di hemû deman de, gelê Kurd bi ked û
xebatên xwe di nav deryayên mirinê re
derbasbû û tekoşîna xwe domandîye. Jenosayda Enfalê, di dîroka nêzîk de
pêngava herî bi êş û mirin e. Enfal, bi sîstematîk plana wendakirin, komkujî û
tunekirina gelê Kurd e. Li gor plansazî û fermandarîya desthilata Baas`a Iraq,
bi şirîkatîya çar dewletên dagîrker û bi alîkarîya xwînmijên dewletên emperyal
ku çek û jahra kîmyawî dan van kujeran, pêvajoya Enfalê destpêkir û hat
meşandin. ji devera Germîyan bigire heta
devera Barzan, seranserê Başûrê Kurdistanê li gor wê plansazîyê qetlîam,
komkujî û jenosaydek bê pîvan dest pêkir!
ENFAL, navê wê tevgera jenosayd û
komkujîyê ye! Enfal, navê ayeta Quranê ye. Enfal, di nav demê de, li gor
plansazî û projeyek sîtematîk li seranserê
başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Iraqê û hevalbêndên wê hatîye
pêkanîn. Enfal kuştin e, Enfal mirin e, Enfal zulum û tunekirin e. Enfal
fermana qirkirina gelê kurd e!
Wek operasyonek ji tevgera Enfal`ê, balafirên
şer yên artêşa Iraqê, di 16’ê Adara 1988‘an de, bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin. Di nava çend saetan de, li Helebçe û derdora wê, ji
5000 an zêdetir ji zarokên pêçekê heta kalên heftê-heyştê salî, şêniyên Kurd tevlî heywanan tev kuştin û bi 10
hezaran jî jahrdadayî bûn. Di nav çend seetan de li bajarê Helepçe jîyan hat temirandin!
Raya giştî ya cîhanê, ji komkujîyê piştî çend rojan agahdar bû.
Rojnemevan Remezan Ozturk, piştî komkujîyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê
kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de, kesekî bi navê
Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî
hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn! Wêneyê mijara gotinê, piştî
ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujîya
Helebceyê! Îro jî dema ku qala komkujîya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û
zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Bandora bombeyên kîmyewî, tenê bi mirina
pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora
bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Jîngeh jî bi jahr kir û ajal jî tev kuştin.
Li gorî raporên Netewên Yekbûyî, ji sedemên bombeyên
kîmyawî li Helebce û derdora wê, di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.
Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî, nexweşîyên
jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên gewrî, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li
gorî agahîyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, li ser zarokên nû tên dunyayê
tehdîtek mezin e.
Komkujîya Halebçê,
beşekî stratejîya jenosîdê ya ENFALê bû. Weke hûn jî dizanin, armanca
plansazîya operasîyonên Enfalê, li ser bingeha qirkirin û tune kirina gelê Kurd
e. Di dîroka
nêzîk de, navê Saddam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecîd (Elî
Kîmyawî) bi navê Helebçê tê bi kar anîn. Saddam Huseyn, di sala 2006 an de, Elî
Kîmyawî jî di sala 2010 ande bi cezayê darvekirinê hatin daleqandin.
Şehîd Halepçe, di sala 2014 an de, bi
biryara parlementoya Kurdistanê bû parêzgeh. Lê belê şagirt û xulamên Saddam
Huseyn bi salan e rê li ber pesandina parêzgehîya Halepçe girtine û pêvajo xetimandine.
Parlamentoya Baxdayê ketîye bin bandora Ayettullahan û xwe spartîye Îranê.
Ev çar dem in ku serok komarê Iraqê Kurd
in û li ser kontenjana gelê Kurd tên hilbijartin. Lê derheqê vê mijarê de,
rojekî serê xwe ne êşandine û berpirsîyarîyên xwe bi cîh neanîne! Ev rewş bixwe
cîhê pirsê ye, çima gelo!?
Dîplamasî û dîyaspora Kurdistanê, li
dijî tawanbar û alîgerên wan çi kirin, çi helwest girtin ne dîyar e? Belge û
dokumanên derketine holê, nîşan dide ku tacirên Hollandî û Almanî bi şirîkatîya
şîrketên Tirk maddeyên Kimyasal firotine Iraqê. Tevlî ku rêvebirên şîrketa Hollandî
ceza xwarin jî lê berpirs û karmendên Irakî, çiqas jê eşkera bûn û hatin
dadgehkirin?
Ji bo nasandin û pesandina jenosayda
ENFALê çi hat kirin, divê mirov bipirse û xwe bigehîne her bersîvekî. Piştî
bersîvê, divê sûçdar tev bên tesbîtkirin, li tevan doz bên vekirin û li sazîyên
pêwendîdar û biryardar encam bên bi destxistin.
Ger em bê deng bimînin, neyarên Kurdan, wê ayetên quranê yek bi yek ji bo qirkirin û komkujîya Kurdan bi karbînin. Do Enfal bû, îro ayeta Fetîhê ye! Sibê wê kîjan ayet be ne dîyar e! 16-03-2020 Amed
Cano Amedî

