Di salên
1946an de bi zora dewletên emperyal û zextên Emerîka Tirkîye mecbûr hişt ku
derbasî sîstema pir partîtî bibe.
CHP, di nav
xwe de çar parlementer wezîfedar kir û daxwazên dewletên emperyal bi cîh anî.
Dewleta Tirk
bi şêweyek parsekî, (ji bo alîkarîya plana Marshall bistîne) bi dek û dolaban
dixwest welatên rojava û Emerîka bixapîne, lê belê muhalefata di nav gel de, her
ku diçû bi awakî veşatî geş dibû, weke lehîyên biharê bê aso bû.
Di wan deman
de Demokrat partî mecbûr dima ku li gor daxwazên gel tevbigere.
Piştî
damezrandina Partîya demokrat Celal Bayar, pêşnîyarek ji Îsmet Înönü re anî!
Pêşnîyara Bayar ev e: “Li bajarên ku Kurd lê dijîn, ne partiya demokrat ne jî
CHP bila teşkilatan ava nekin û em li wir sîyasetê nekin.” Îsmet Înönü wê
pêşnîyara qebûl kir. Heta salên 1955an ev polîtîka domand, lê ji ber zilma dewletê,
gelê Kurd bi giranî piştgirî da partîya demokrat.
Di salên
1950 an de, li Surî û Iraqê partîya BAAS derket holê. Partîya BAAS, li ser
modela partîya Nazîyan û Îttîhat Terakkî hat avakirin. CHP ji xwe re weke model/mînak girtin.
Ji bo li tu
beşekî Kurdisatnê destkeftî çênebin û gelê Kurd nebe xwedî maf û statuyek
sîyasî, mêtinkaran di nav xwe de peyman çêkirin.
Piştî salên
1950 an şûnda gelê kurd di navbera CHP û Demokrat partî de hatin parve kirin.
Bandora muxalefetbûnê, tesîrek mezin li partîya demokrat kir. Li dijî polîtîka
û desthilatdarîya CHPê, partîya Demokrat, sîyasetek hişk domand û bû şirîkê
desthilatdarîyê.
Ew alîyên ji
sîstema yek partîtî û ji zilma CHPê aciz bûbûn, weke di nav xiraban de, xirabê
herî baş hilbijêrin; di bin baskên partîya demokrat de sîyaseta xwe didomandin.
Li dijî
hişyarbûn û rêxistbûna gelê Kurd, dewleta tirk bi hewldan û tedbîrên komkujîyê
cardin rengê sîyaseta xwe dîyar kir. Di bin navê “qaçaxçîtîyê” de, li navça
Ozalp ya bajarê Wanê, kûştina 33 gundîyên Kurd, ji bo heremê çav tirsandinek nû
bû. Berpirsê wê komkujîyê General
Mustafa Muğlalı bû.
Partîya
Demokrat, gava li hemberî CHPê bi serket, ev bûyer anî rojevê û derheqê General
Muğlalı de doz vekirin. Ev bi xwe, di nav gelê Kurd de bi kêfxweşî hat dîtin û
bandorek erênî çêkir.
Piştî Mele
Mustafa Barzanî û hevalên xwe ji sovyetê vegerîyan, bayê netewî û hestên
Kurdewarî tirsek mezin xist dilê dagirkeran. Di demek nêzîk de bandora tevgera
netewî xewnên Enqera û desthilatdaran tarûmar kir.
Têkilîyên
sîyasî û dîplomasîya İraqê, Tirkî, Surî, Îran û Misirê li ser dijîtîya gelê
Kurd îttîfaqên dizî çêkirin. Dewletên dagirker tedbîrên navxwo girtin. Tirkîye
pir vekirî sîyasetek tunekirinê, weke mesaj da gelê Kurd: Qempa Sêwasê…
Di sala
1960an de, nêzîkî 500 Kurdên rewşenbîr, serok eşîr û rêvebirên heremê, li qempa
Sêwasê dîl girtin. Sêdemên girtina wan bayê başûr bû.
Ji salên
1938an heta 1960 an bêdengî û axa mirî ya li ser bakûrê Kurdistanê, tevgera
Kurd kor û lal kiribû.
Dewleta Tirk
vekirî digot ku: Hewldanên di bin serokatîya Mele Mustafa Barzanî de ku li
Başûr diqewimin, ger li bakûr jî destpê bike: Ew dîlên di qampa Sêwas de wê bên
gulebaran kirin.
Berîya
herkesî dewleta tirk, li ber bayê vegera Mele Mustafa Barzanî kete tayê.
Bandora wê tayê li oldar û çepgirên Tirkan kir. Hemû alî li dijî gelê Kurd
ketin nav îtîfaqên gemarî. Dek, dolap, fesadî û lîstokên Jön-Tirkan êdî sînor
nasnedikirin.
Piştî salên 1961an
şûnda “şirîkatîya” Kurdan bi rêya çepitîyê ber bi qadek din ve meşîya.
Desthilatdaran
dît ku girêdana Kurd ya bi CHP û AP (Partîya Adeletê) re têr nedikir. Piştî
partîya Adaletê, demek şûnda Partîya Nû ya Tirkîyê hat avakirin. Her avakirina
partîyek nû bala gelê Kurd kişandîye û bi girsayî piştgirî dane wan partîyan.
Ji bo mînak em dikarin pêvajoya TÎP ê nîşan bidin.
Bi piştgirî
û alîkarîya hinek mîsyonerên çepgir wargeha TİPê (Partiya Karkerên Tirkîyê)
weke cîhê azadbûnê hat nîşandan. Di nav TİP ê de, hinek kesên dilsoz û nêzîkî
Kurdan hêvî dan gelê Kurd.
Di
hilbijartinan de cara yekem TİP bi hejmarek ber bi çav di parlementoyê de cîh
girt. Di nav wan parlementeran de hinek jê Kurd bûn û dilsozê doza kurd bûn.
Lê belê
dewleta dagirger, ji bo gelê Kurd, li ser bingeha xeta netewî nebe xwedî
rêxistinek girsayî, mufetişên xwe li her derê bi cîh kiribûn.
Lê divê ev
rastîya jî baş bê zanîn, di nav TÎPê de beşek jê, li ser pirsgirêka Kurd bi
giranî disekinin û xistin rojeva Tirkîyê. Di derheqê wan kesan û partîya wan de
doz vebû û di encamê de TÎP hat girtin.
Lê belê
nebîyên ‘Teşkîlatî Mahsûs‘, carek din felsefa Îttîhat Terakkî û ya Kemalîzmê bi
boyaxa sosyalîzmê pêşkêşî xortên Kurdan kirin. Mamoste û aqilmendên wan jî
Doğan Avcıoğlu, Mihri Bellî, Doğu Perinçek, Mahir Kaynak, Mümtaz Soysal, ilhan
Selçuk û Yalçın Küçük bûn. Di pişt perdê de, partîya Komünist ya Tirk
kordînatorê vê lîstîkê bû.
Dîroka nêzîk
dide xuya kirin ku di hemû demên berxwedan û serhildanan de, Partîya Komunist
ya tirk, li dijî mafê gelê Kurd rawestîyaye. Ji berxwedana Şêx Seîd ya 1925an,
Şerê Agirî, Sason, Dersim û her wekî din de helwesta Partîya Komunist ya tirk
dîyar e. Ji helwesta Şefîk Hüsnü bigire heta serokên wan yên îroyin, her dem li
kêleka Kemalîstan cîh girtine.
Wê bidome…

