Lİ SER MİİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (1)

i salên 1925 an heta salên 1946 an li bakûrê Kurdistanê ne hilbijartin çê bûn ne jî derfetên xebatên sîyasî…

Cano Amedî
Cano Amedî29 Gulan 2019

Roja 12
Gulanê 2019 an de li bajarê Amedê, li salona otela plaza de civînek ji alîyê
PAK û PSK ve hat li darxisitin. Ji ber ku em jî hatibûn vexwendin, em beşdar
bûn.

Mijara
civînê “KURD û HİLBİJARTİN” bû. Beşdervanên civînê, bi giranî endamên PAK û PSKê
bûn; ji dervayî wan derdora 15 kes jî rewşenbîr û kesayetên cûda bûn.

Civîn bi
axaftina Bayram Bozyel û Nurullah Tîmûr destpêkir û axaftin bi 8 deqîqeyan hat
sînorkirin. Gava mijar Kurd û hilbijartin bin, ev dem sînorkirin têr nake.

Min di
axaftina xwe de, bi kurtasî li ser dîrok û çîroka hilbijartinan sekinîm. Lê
mixabin di 8 deqîqan de ev mijar nayê famkirin. Lê belê min xwest derheqê
mijarê de dîtin û şîrova xwe bi nivîskî pêşkêşî raya giştî bikim.

Ev mijar kûr
û dirêj e û cîhê lêkolînek berfireh e. Ev mijar, di zanîngehan de erkê beşên
sîyasetê ye, pêwîstîya vê mijarê bi xebatek akademîk hey e. Lewra naveroka
mijarê, wêneya dîroka têkilîyên gelê Kurd û desthilatdaran nîşanî me dide! Ji
ber vê yekê, li gor dîtina min, divê mijar bi metod û zanastîyek îlmî lêkolînek
li ser bê kirin.

Hêvîdarim
pisporên civaknas û mamosteyên beşê îlmê sîyasetê dikarin berhem û analîzên
giranbûha pêşkêşî sîyasetmedar û civaka Kurd bikin.

Hilbijartin
û Kurd mijarek kûr e. Gava mirov li ser vê mijarê raweste, divê ji dema
damezrandina Îttîhat Terakkî firkasi bigire heta roja îroyin hemû merhaleyên
sîyasî analîz bike. Ji ber vê yekê ev mijar ne bi seetan ne jî bi rojan tê îzah
kirin. Ev mijar ji alîyekî ve wêneya dîroka têkilîyên dagirkeran û gelê Kurd
nîşanî me dide. Encamên wan têkilîyên, di hemû deman de, li dijî gelê Kurd
bûye.

Di hemû
deman de, bi helwest û têgehên cüda, mijara Kurd û Kurdistanê di rojevê de cîh
girtîye. Dewleta dagirker, li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi sedan rapor
amade kirine: ji “şerq ıslahat planî” bigirin heta raporên fermandar,
sîyasetmedar û partîyên cûda têra xwe hene.

Piştî salên
1990 an şunda, sazî û komelên sivîl, zanîngeh û sazîyên stratejîyê yên dewletê
bi sedan lêkolîn, rapor û nîrxandinên wan hene. Naveroka hemûyan jî li ser
kedîkirin û tirkirina gelê Kurd e!

Bi salan e,
birêz Îsmail BEŞİKÇİ, li ser vê mijarê disekine, dinivîse, dinîrxîne; lê belê
desthilatdarên sîyaseta Kurd, lîstoka sê meymûnan dilîzin: Kor, kerr û lalbûn
rihetîya canê wan e!..

Ji demên
berê bigirin heta îro, gava pêvajoya hilbijartinan destpêdike, di nav civatê de
û di qada sîyasetê de gerembolek dest pê dike. Xewnên post, maqam û kursîyan;
berjewendîyên kesayetî û hîzbî pirî caran li ber karên hevpar, li ber enîyek
netewî, li ber xebatek hevkarî bertekan derdixe û rê li ber îtîfaqên netewî yên
rasteqîn digire.

Lewra
desthilatdar tu carî naxwazin sîyaset û îtîfaqên netewî ji bingehîn ve bê
dîzayn kirin. Ji ber wê yekê, her tim sîyaset û îtîfaq di bin çavdêrîya komîser
û muffetîşên umumî de tê dîzayn kirin. Dagirker û desthilatdarên demkî her tim
ev lîstîk guncav kirine, bi “hêvî” û “pakrewanên” derewîn rojeva gel dîl
girtine.                               

Di hemû
deman de, gelê Kurd, di bin zilim û tengasîyên mezin de bi hilbijartinên
dagirkeran ve rûbirû bûne. Pirî caran alîyên Kurdî xwestine derfetên heyî
îstîfade bikin, rengê rojevê biguherînin, bi zimanê xwe bi rengê propaganda xwe
bikin. Pirî caran ev derfet ji destê gelê Kurd hatîye standin. Rê li ber
girtinê û berjewendîyên xwe bi gelê Kurd dane pesandin/pejirandin.

Ji ber vê
yekê mijara hilbijartina bi serê xwe mijarek têr û tije ye. Têkilîyên gelê Kurd
û hilbijartinan, dîroka gelê Kurd û dagirkeran radixe ber me. Pêwendîyên
bindest û serdest çawa dibe? Dêrûnî û derfetên desthilatdaran û yên bindestan
di kîjan astê de dimeşe divê mirov baş bizanibe.

Hilbijartin,
aparetek asîmlasyon û kedîkirinê ye. Ev rastîyeke gelerî ye! Gelo emê çewa li
hemberî vî bayê kedîkirinê xwe biparêzin û van derfetan bikin xizmeta rêxistinîyek
civakî? Problema bingehîn eve!

Parlementerî,
Kursî, post, maqam û berjewendîyên kesayetî her tim xewn û hêvîyên mirovan binpê
kirîye. Emê bi kîjan erk û hêzî rê li ber sîyaseta kedîkirin û pûçkirinê
bigirin? Gelo em bixwe ji bersîva xwe bawerin!?

Mijara Kurd
û Hilbijartinê, bi dîrok û statuya kurdistan ve girêdayîye. Gava mirov li
dîrokê dinhêre, ernegarîya Kurdistanê, dabeşkirin û statuya dagirkeran tê
rojevê. Ji ber wê yeke, ez dixwazim bi kurtayî, di derheqê çîroka “şirîkatîya”
sîyaseta Kurd û tirkan de çend rêz bi we re par bikim:

Dîroka
“şirîkatîya” siyaseta Kurd û Tirkan, ji pêvajoya damezrandina Îttihat Terakkî
dest pê dike.  Ev xapandin û şirîkatîya
derewçîn ev 130 sal e didome.

Di dema
pêvajoya damezrandina îttihat Terakî de xwendevan, rewşenbîr û zanayên neteweyên
din pêşkêşîya gelên xwe kirine û di wan deman de weke serkêşê netewa xwe
xebatên berbiçav kirine. Tirk, Ermenî Bûlgar, Arnavût, yunanî Ereb û yên din dewleta
xwe ava kirine; lê belê ji bo Kurdan em nikarin tiştekî ewha bibêjin.

Lewra çend
xortên Mala Cemîlpaşayan û Çend xortên mala Bedîrxanîyan û çend kesayetên din
xebatên berbiçav û giranbûha kirine. Ev xebat û keda wan, di hişyarbûna
netewbûnê de rolek girîng digire.

Lê belê
xwendevan û rewşenbîrên wê demê bi giranî bûne xizmetkarên ‘‘Jon Tirk‘‘ên
nijadperest. Bi giranî, di wan deman de, enerjî û zanabûna xwe ji bo Tirkan bi
kar anine, li hemberê netewa xwe û li dijî birayên xwe, bi celaddên xwe re
tevgerîyane. Bûne şirîkê tawan û sûc, bûne şirîkê înkar û qirkirinê.

Encamên
xebatên wan, têkçûn û dagirkirina welatê wan bû. Ji bilî navê wan, yê gemarî,
tu postek an serkeftinek wan çê nebûye. Ji Silêman Nazif bigirin, heta Ziya
Gökalp, îshak îskutî û yên dinê ne. Di vir de kêmasîyek û şaşîyek heye. Gelo
çima ji bo berjewendîyên netewa xwe tev negerîyane!? Ev trajedîyek mezin e,
divê ev mijar her tim zîndî bêgirtin û pirs li pey pirsê bê kirin. Ev bar jî
dikeve ser nivşên nû. Têkilîyên bi desthilatdaran re, divê rewşenbîr/tevgerên
Kurd, vêna baş bizanibin. 

Têkilîyên ji
salên 1900 an heta 1920 an kêm zêde em hemû dizanin. Mistefa Kemal li ser
daxwaza îngîlîzan çewa derbasî Anadolîyê dibe, li Amasya, li Erziromê, li
Sêwasê bi çîroka “biratîya kurd û tirk” çewa pêşkêşên gelê Kurd dixapîne em
hemû dizanin.

Destûra
bingehîn ya 1920, çewa cîhê xwe ji 1925 an re dihêle, em hemû dizanin.

Piştî
damezrandina komara tirkî, têkilîyên Kurdan bi giranî, bi partîya desthilatdar
re çêbû. Partîya komara gel (CHP) û partîya Serbest Cûmhûrîyet Firqasi destpêka
wan têkilîyan bûn.  Piştî girtina serbest
firqa gelê Kurd bû dîlên CHPê. 

Ji salên
1925 an heta salên 1946 an li bakûrê Kurdistanê ne hilbijartin çê bûn ne jî
derfetên xebatên sîyasî…

Di wan deman
de li bajarên Kurdistanê Wali an fermandar xwedî hemû erk bû. Walî an
fermandarê artêşê, di heman deman de serokên teşkilatên CHPê bûn.

Ew wezîfe têrî
wan nedikirin: him dozger him jî dadverbûn. Ji Enqerê parlementer dişandin
Diyârbekirê. Di şevekî de dadgeh ava dikirin, roja din pêşengên gelê kurd bi darvedikirin.

Minaka
mehkema îstîklalê li ber çavan e! Valî, qeymekam, mufettîşên ûmûmî di kiryarên
xwe de her dem mafdar bûn û parlementerî jî mafê wan bû. 

Ji Enqerê,
li ser kaxiz her tişt dizayn dikirin. Pirî caran ew parlementerên ji bajarên
Kurdan nîşan didan, an jî sindoqê hildibijartinan tu carî nediçûn wî bajarî.
Îradeya gelê Kurd tune dihat hesibandin.

Wê bidome…