“1900 barhilgirên leşkerî gihîştin deverên HSDê”

“1900 barhilgirên leşkerî gihîştin deverên HSDê”

Ji destpêka meha Tebaxa bûrî ve, Hevpeymaniya Navdewletî 1900 barhilgirên alîkariyan guhandiye navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li rojhilatê çemê Ferêt.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bo berferehkirina bingehên xwe yên leşkerî û firokxaneyên xwe li Heseke, Dêra Zorê, Reqa û Kobanê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di çend rojên bûrî de 150 barhilgirên çek û cebilxane û alavên lojistîk derbasî Sûriyê kirine.

Tenê di meha Tebaxa bûrî de, 1450 barhilgirên leşkerî derbasî rojhilatê çemê Ferêt bûn û ber bi firokxaneya Şedadê li başûrê Hesekê ve çûn.

Li gor Rewangehê, ji destpêka meha Tebaxa bûrî ve, Hevpeymaniyê 1900 barhilgir gihandine navçeyên di destê HSDê de ne li rojhilatê çemê Ferêt.

Berî niha hatibû belavkirin, Amerîka kar li ser ferehkirina firokxaneya Şedadê li Hesekê û bingehên xwe yên li Kobanê dike.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî, Hevpeymaniya Navdewletî herî kêm 18 bingeh û baregehên xwe li rojhilarê çemê Ferêt, Minbic, Kobanê, Xirab Işk, Eyn Îsa, Reqa, Tebqa, Şedadê, Hol, Til Temir, Til Bêder, Rimêlan û kêlgeha el-Omer li Dêrezorê ava kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin