184 rewşenbîr: Em biryara danîna qeyûman nas nakin

184 rewşenbîr: Em biryara danîna qeyûman nas nakin

Li dijî danîna qeyûman, 189 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û rewşenbîran daxuyaniyeke ‎nivîskî belav kirin û ragihandin ku ew wê biryarê nas nakin.‎

A+A-

Li dijî danîna qeyûman bo hersê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên ‎Bakurê Kurdistanê, 184 rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û rewşenbîran daxuyaniyeke ‎nivîskî belav kirin û ragihandin ku ew wê biryarê nas nakin.‎


 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em derbeya li dijî serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye ‎kirin, wek li beramberî me hatiye kirin dibînin.” Di daxuyaniyê de ku bi ser navê “Bêdeng nebe, e‎ger bêdeng bî dor digihe te jî” hatiye belavkirin, tê diyarkirin ku demokrasiya jar a Tirkiyê careke ‎din bi dijwarî hatiye birîndarkirin.‎


 

Her 189 rewşenbîr tekez dikin ku biryara danîna qeyûman nasnakin û dibêjin: “Em darbeya li ‎dijî serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin, wek li beramberî me ‎hatiye kirin ‎dibînin‎. Em vê biryarê nasnakin. Em li dijî vê zilmê derdikevin. Em dibêjin, sibe dor digihe yên ‎îro bêdeng dimînin û bang dikin, bêdeng mebe, eger bêdeng bibî sibe dor digihe te."‎


 

Herwiha bang li mirovên bi wijdan dikin ku bêdeng nemînin û dibêjin: "Her li çi cihekî cîhanê ‎be, em bangê li hemû kesên baweriya wan bi îradeya gel, mafê hilbijartinê, azadiya ramanê, ‎serdestiya hiqûqê û hestê edaletê heye dikin ku li beramber vê zilmê rawestin."‎

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin