12 kes li Îzmirê hatin binçavkirin

12 kes li Îzmirê hatin binçavkirin

Polîsan li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin.

A+A-

Polîsan li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girt û 12  kes binçav kirin.

Polîsan li navçeyên Menemen û Buca yên Îzmirê bi ser gelek malan de girtin û 12 kes binçav kirin. Piştî Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanya “Ne grêdayî be, azad be” kirin, polisan li dijî xebata ciwanan dest bi serdegirtina malan kir. Ciwanan di 21’ê Tîrmehê de li taxa Asarlik a Menemenê ya Îzmirê şahî li dar xistibû. Polîsan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” bi ser gelek malan de girt û 12 kes binçav kirin. 

Polîsan di serdegirtina mahan de gelek pirtûk û cihazên elektronik jî desteser kirin. Polîsan 12 kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan.
Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wina ne: Yusuf Çil, Guney Demir, Diyar Demîr, Ceren Çepîk, H.K.(16), Yîgît Ozdemir, Gulader Ozçelik û Fatma Akgul. 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin