YNKê derbarê êrişên Tirkiyê de daxuyanî da

YNKê derbarê êrişên Tirkiyê de daxuyanî da

.

A+A-

 Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaza rawestandina êrişan kir.

Polîtbûroya YNKê êrişên Tirkiye derbarê herdu êrişên Tirkiyê yên îro Şemiyê 21ê Gulana 2022yan bo ser  nahyeye Axceler a Çemçemalê û kampa Mexmûrê, diencamê de hejmarek kuştî û birîndar daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Polîtbûroya YNKê  ji Tirkiyê xwest ku demildest êrişên xwe li nav axa Başûrê Kurdistanê rawestine  û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin bi rêyên dîplomasî dewleta Tirk ji van binpêkirinan agahdar bike û balyozê Tirki bang bike.

YNK dibêje: “Em bi dilgiranî li van pêşhatên ewlehî û binpêkirinên sinorî dinêrin û van bombebaranên balafirên Tirkiye yên li ser nahiya Axceler a ser bi navçeya Çemçemalê û kampa penaberan a Mexmûrê şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê Polîtbûroya YNKê hat gotin: "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erka xwe ya destûrî û niştimanî ji bo parastina xaka Iraqê û qada hewayî ku Herêma Kurdistan jî di nav de ye, pêk bîne û bi rêya kanalên dîplomatîk hikûmeta Tirkiyê ji van binpêkirinan agahdar bike."  

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Polîtbûroya daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê diek ku konsulê Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê bang bike û li ser êrişan nerazîbûn nîşan bide.

Di dawiyê de Polîtbûroya YNKê dibêje: “Ti hincetek ji bo van binpêkirinên sinorî ku di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî û zirarê dibînin, nine. Xwîna welatiyên me pîroz e, daxwaz dikîn pîroziyên xwe bi parêzin, giftûgo û ji hevfamkirinê bikin kilîla çareseriya pirsgirêkan.”

Rêveberê nahyeye Axceler a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, îro Şemiyê bi firokeyên bê firokevan êrîşî baregeha PKKê ya li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê hat kirin, 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Piştî bombebarana sînorê Çemçemal balafirên bê mirov ên Artêşa Tirkiyê li Kampa Mexmûrê ya dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê otomobîlek kir hedef Qeymaqamê Mexmûrê jî diyar kir ku du kesên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin