Yek ji rûspîyên eşîra Jîrkîyan Mihemedê Reşo wefat kir

Yek ji rûspîyên eşîra Jîrkîyan Mihemedê Reşo wefat kir

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê yek ji rûspîyên eşîra Jîrkîyan Mehmet Adîyaman (81), ku weke Mihemedê Reşo dihat naskirin, bi sedema celta dil koça dawî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mihemedê Reşo îro Pêncşemê 21ê Gulana 2020an, berbangê sibê li mala xwe celta dil lêda û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat veguhestin.

Reşo tevî hemû midexaleyên tendirustî, ji mirinê rizgar nebû.

Termê Mihemedê Reşo li Gundê Çemê Ezoyê, ku 15 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, bi axê hat spartin.

Hejmarek ji rûspîyên herêmê, nûnerên partîyên sîyasî û reveberiên saz û dezgehên sivîl û fermî jî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Mihemedê Reşo bûn.

Di 25ê Nîsanê de testa koronayê ya Mihemedê Reşo pozîtîv derketibû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Colermêrgê piştî 4 rojan çareserî jê re hatibû kirin rewşa wî baş bibû û di 30 Nîsanê de bo mala xwe hatibû şandin.

Mihemedê Reşo ango Mehmet Adîyam, bavê 41 zarokan bû û 189 nevîyên wî hebûn.

Şîna wî li Gundê Şemê Ezo hatîye danîn.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum