Wezareta Plandanan a Iraqê nifûsa Herêma Kurdistanê eşkere kir

Wezareta Plandanan a Iraqê nifûsa Herêma Kurdistanê eşkere kir

.

A+A-

 Li gorî daneyên Wezareta Plandanan a Iraqê hejmara nîşteciyên Herêma Kurdistanê 5 milyon û 884 hezar kesan derbas dike. Li gorî vê yekê, nifûsa Herêma Kurdistanê ji %14ê tevahiya nifûsa Iraqê ye.

Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Marûf ji Rûdawê re ragihand ku wî ji Wezareta Plandanan a Iraqê di daxwaznameyeke nivîskî de pirsa nifûsa Herêma Kurdistanê kiriye û wezaretê jî bersiv daye.

Dr. Nermîn Marûf got, “Li gorî daneyên Wezareta Plandanan a Iraqê, nifûsa Herêma Kurdistanê 5 milyon û 884 hezar û 23 kes e. Yanî ji sedî 14ê nifûsa Iraqê pêk tîne.”

Parlamenterê Kurd amaje bi wê yekê kir ku divê Herêma Kurdistanê di danûstandinên Bexdayê de pişta xwe bispêre van hejmaran, bi taybetî jî di mijara bûdceyê de.

Li ser daxwaza Dr. Nermîn Marûf, Wezareta Plandanan a Iraqê di 20ê Îlona 2022an de hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê wiha diyar kiriye:

- Duhok: 1 milyon û 432 hezar û 369 kes

- Hewlêr: 2 milyon û 55 hezar û 448 kes

- Silêmanî (Helebce jî tê de): 2 milyon û 396 hezar û 206 kes.

Serjimêriya giştî ya herî dawî ya li Iraqê di sala 1987an de hatiye kirin. Di sala 1997an de serjimêriyeke din jî hat kirin lê Herêma Kurdistanê ne di nav de bû.

Di sala 2003an de dema ku Hikûmeta Iraqê nû hat damezrandin, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê li gorî nifûsê ji sedî 17 hat diyarkirin, di sala 2014an de Hikûmeta Iraqê ev pişk birî. Pişt re pişka Herêma Kurdistanê hate daxistin bo %12.6yan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin