Wezareta Pêşmerge: Amerîka û hêzên hevpeyman perwerdeya Pêşmerge berdewam dikin   

Wezareta Pêşmerge: Amerîka û hêzên hevpeyman perwerdeya Pêşmerge berdewam dikin  

.

A+A-

Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, perwerdeya hêzên hevpeyman a ji hêzên Pêşmerge re berdewam dike.

Berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragehand, di heyama borî de wezareta berevaniya Amerîkayê 500 şêwirmend di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de li Iraqê vekêşandine.

Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê jî ji BasNewsêr re ragehand, 500 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê hatine vekêşandin, lê şêwirmendên Amerîkî yên li herêma Kurdistanê nehatine vekêşandin û karên xwe berdewam dikin.

Lîwa Babekir Feqê got, heta naha perwerdeyên Amerîkayê û hêzên hevpeyman ên hêzên Pêşmerge re berdewam dikin û ‘’Hemahengiya me ya berdewam li gel wan heye.’’
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin