Welatiyên Sûrê yên di karantînayê de ne: Ti kes li rewşa me napirse

Welatiyên Sûrê yên di karantînayê de ne: Ti kes li rewşa me napirse

.

A+A-

 Li Navçeya Sûr a Diyarbekirê ji 80yî zêdetir xanî ji ber vîrusa Koronayê hatine karantînakirin û muxtarên taxan çavdêriya rewşa karantînayê dikin. Welatiyên ku di karantînayê de ne jî bi gilî ne ku qet rayedarek an jî saziyek pirsa rewşa wan nake.

Li navçeya navendî ya dîrokî ya Diyabekirê Sûrê van rojan metirsiya vîrusa koronayê di asteke xeter de ye ku bi vê yekê ve girêdayî jî ji 80yî zêdetir xaniyên nav Sûrê hatine karantînakirin. Di van xaniyqan de jî kêmzêde hezar welatî dijîn. Rewşa welatiyan û çavdêriya pabendbûna karantînayê jî ji aliyê muxtarên taxên Sûrê ve tên şopandin.

Yek ji taxên ku gelek xanî tê de di karantînayê de ne Taxa îskanderpaşayê ye ku muxtarê Taxa îskenderpaşayê Mûhsîn Sanay dide zanîn ku peywira şopandina karantina ji aliyê dewletê ve bo muxtaran hatiye dayîn û ji ber ku alîkarî bo welatiyan naçe, welatî jî giliyên xwe li muxtaran dikin û bertekên xwe  jî dijî muxtaran nîşan didin.

Muxtarê Taxa Îskenderpaşa Mûhsîn Sanay ji K24ê re got: “Peywira me ew e ku em binerin ka li malê ne an ne. Lê dema em diçin daxwaziyên wan ji me hene û derfetê me û erkê me nîne ku alîkariya wan bikin. Dema wisa be jî gotinên kirêt ji me re dibêjin. Ne peywira me ye ku em alîkarî bikin. Peywira saziyên dewletê ye û ew jî nakin.”

Welatiyên di nav Sûrê di karantînayê de wextê xwe derbas dikin jî amaje dikin ku piştî roja yekem a karantînayê êdî pêdiviyên wan nhetaine dabînkirin. Welatiyê bi navê Seyîtxan Gîdîcî yê ku di malbata wî de 7 kes hene dibêje ji hefteyekê zêdetir e tevî malbata xwe di karantînayê de ye û her çiqas bi bang li rayedar û saziyên fermî kiribe jî ti kesî serdana wî nekiriye û pirsa pêdiviyên wî nehatiye kirin.

Seyîtxan Gîdîcî dibêje: “Ev 9 roj in em karantînayê de ne. Wekî ku em girtîgehê de bin. Pêdiviyên me jî nayin dabînkirin. Em 7 kes in û kes jî pozîtîf in.”

Nexweşê Koronayê Bedran Gîdîcî jî got: “9 roj in em di mal de ne. Kesek naye rewşa me napirse”

Di navçeya Sûr a Diyarbekirê de li taxên wek Lalebey, îskenderpaşa, Elîpaşa û Ziya Gokalpê proseya karantînayê berdewam û kesên bi vîrûsa Koronayê ya destpêkê ketibin, 14 rojan di karantînayê de dimînin û kesên bi vîrusa Korona ya varyanta deltayê ketibin jî 21 rojan di karanatînayê de dimînin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin