Vîrusa Korona Pirtir ji 370,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona Pirtir ji 370,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 370,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 371,066 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 104,000 kes bi vîrusa korona mirine.

Li dû Amerîka, bi 38,571 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 33,415 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû:

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 4,638 kes bi vîrusa korona mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin