Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 100,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 100,000 Kes Kuştine

Vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 100,000 kes kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka bi qasî 1,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 100,271 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatîye tespît kirin ku li wir pirtir ji 156,000 pêketî hene û 28,484 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Ji nav welatên cîhanê herî zêde li Amerîka mirinên ji vîrusa korona çêbûne.

Li dû Amerîka, bi 37,542 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya li dû wê jî bi 33,072 mirinan Îtalya tê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin