Vîdeo- Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin

Vîdeo- Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin

Li goristana komî ku li navçeya Kerboranê hat dîtin de kilox û hestîyên 40 kesan hatin tespîtkirin. Hestîyên ku hatin berhevkirin ji bo lêkolînkirinê dê ji Sazîya Tipa Edlî ya Stenbolê re bên şandin.

A+A-

 

Piştî serlêdana dozgerîyê, derbarê gora komî ku li şikefteke mezraya Lîbka Kanîya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin dîtin de lêkolîn hat kirin. Çûndina herêmê ket bin kontrola cendirmeyan û destûr nayê dayîn ku tu kes derbasî herêmê bibe. Îrfan Yakût ku derbarê gorê de serî li dozgerîyê da, bi parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê re hat cihê bûyerê. Lê dozgerîyê dema lêkolînê destûr da ku tenê Yakût derbasî cihê bûyerê bibe.

 

40 KILOX HATIN BERHEVKIRIN

 

Piştî lêkolîna ku li şikeftê hat kirin, hestîyan kirin kîsan û birin Edlîya Kerboranê. Wê hestî ji vir jî ji Sazîya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Agahî hat bidestxistin ku bi giştî 40m kilox û hestî hatine berhevkirin. Derbarê mijarê de heta niha daxuyanîyeke fermî nehatîye dayîn û hat hînbûn ku derbarê lêpirsînê de biryara nepenîyê hatîye dayîn.

 

YAKÛT: DIBE KU HESTÎYÊN BAVÊ MIN JÎ DI NAV DE BIN

 

Yakût ku lêkolîna hat kirin di cih de şopand, dîyar kir ku bavê wî Yahya Yakût di sala 1993’an de hatîye windakirin û wiha got: “Berê jî em li herêmê digerîyan lê me hestîyan nedidît. Di 28’ê gulanê de dema ku em dîsa li herêmê digerîyan, li pêşîya şikeftê me hestîyan ferq kir.”

 

Yakût, da zanîn ku bi fikra ku hestîyên bavê wî jî di nav hestîyên hatine dîtin de hebin serî li dozgerîyê daye û ev tişt anî ziman: “Min serî li dozgerîyê da, niha hestîyan girtin û wê bişînin testa DNA’yê. Dema lêkolînê 40 kilox hatin dîtin. Em hêvî dikin ku ne hestîyê bavê me be jî hestîyên hin kesên din bin. Çi dibe bila bibe derketina holê ya vî tiştê wê ji bo herkesî bi xêr be.”

 

ÎHD: DIBE KU HESTÎYÊN SALÊN 1990’Î BIN

 

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz ku destûr nehat dayîn biçe herêma bûyerê jî bi lêv kir ku ew di fikrê de ne ku hestîyên hatine dîtin hestîyên kesên ku di salên 1990’î hatine windakirinin û wiha got: “Dibe ku hestîyên hatine berhevkirin hestîyên kesên ku di çarçoveya Doza JÎTEM’ê ya Mêrdînê ku li Semsûrê berdewam dike de hatine windakirin bin jî. Berîya niha hestîyên 7 kesan hatibûn dîtin lê hestîyên 3 kesan nehatine dîtine. Em difikirin ku hestîyên kesên hatine windakirinin. Di encama testên DNA’yê de heke li hev bên dê daxwaz bikin ku dosyayan bikin yek.”

Ajansa Mezopotamya

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin