Umêd Xoşnaw îro wek Parêzgerê Hewlêrê dest bi kar kir   

Umêd Xoşnaw îro wek Parêzgerê Hewlêrê dest bi kar kir  

.

A+A-

Bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve, piştî temambûna hemû rêyên yasayî yên bawerî pê dayîna li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê û derketina fermana herêmî û sond xwarinê, Umêd Xoşnaw wek Parêzgerê Hewlêrê dest bi kar kir.

Wezîrê Navxwe û Parêzgerê Hewlêrê, Îro 22.02.2021ê piştî civîna li gel hemû rêveberiyên sînorê Parêzgeha Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê ve Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed diyar kir, piştî temambûna rêkarên yasayî kurê şehîdekî û kurekî nav civaka xelkê Kurdistanê ku hatiye destnîşankirin destbikar dibe, ji bo ji niha û pê de çalakiyên xizmetê baştir birêve biçin û em jî dê wek Hikûmet zêdetir alîkarî wî bin.

Herwiha diyar kir, Umêd Xoşnaw berê gelek peywir û erk girtine serxwe û di hemûyan de bi serkeftî karên xwe temam kirine. Herî dawiyê jî, li Parlamentoya Kurdistanê dengên pêwîst bidest xist. Ji ber wê jî destnîşankirina wî wek Parêzger tu gumaneke me tuneye ku dê serkeftî be.

Rêber Ehmed da zanîn, di vê civîna ku îro li dîwana Parêzgeha Hewlêrê bi rê ve çû, Umêd Xoşnaw bi fermî wek parêzgerê Hewlêrê bi rêveberan hat nasandin.

Wezîrê Navxwe destnîşan kir, astengî gelek in û pirsgirêk jî kêm nînin, ji ber wê erkê Umêd Xoşnaw asan nîne. Lê hemû aliyekî ve em ê bibin alîkar ku bikare hemû xizmetekî pêşkeşî xelkê Hewlêrê bike.

Ji aliyê xwe ve Umêd Xoşnaw jî wek parêzgerê Hewlêrê ragihand, em bejna xwe li hember ruh û bîranînên Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî ditewînin û em ê karnameya wî temam bikin. Karnameya me jî karnameyekî giştgîr ango berfireh e û piralî ye û li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rijdbûn li ser vê yekê me nîşan daye, ku xizmet bo hemwelatiyên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî bo Hewlêrê em ê bikin. Em ê berdewam bin û divê fermangehên Hikûmetê beşek bin li xizmeta hemwelatiyan. Baweriya me jî heye ku karkirin wek tîmekî û bi rastgotinî û destpakî û kar kirin li ser bingehên karê Hikûmetê û tekoşîna hember gendeliyê ve em soz didin di asta herî bilind de emanet ve girêdayî kar bikin.

Herwiha eşkere kir: ‘‘Ez niha li erkê heyî têdigehim ku erkekî giran e, lê em li benda piştevaniya hemû aliyekî ne. Soz didim xelkê Kurdistan û Hewlêrê ku xizmetê ji Hewlêrê re bikim û wek soza min dayî Serok Barzanî, soz didim xelkê Hewlêrê jî ku xizmetkarê wan bim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin