Tirkiye û Misir asayîkirina pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

Tirkiye û Misir asayîkirina pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

.

A+A-

Tirkiye û Misir ji bo sererastkirina pêwendiyên dualî yên dîplomatîk, yên ku di sala 2013an de qût bibûn, li Enqereya paytexta Tirkiyê dicivin. Duyemîn qonaxa hevdîtinên asayîkirina pêwendiyên dualî de doh destpêkiribûn. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku, di qonaxên pêşîn de dibe du dewlet piştî 9 salan dîsa balyozan ji paytextên hev re bişînin.

Duyemîn qonaxa hevdîtinên asayîkirina pêwendiyên dualî di navbera Tirkiye û Misrê de roja sêşemê li Enqereya paytexta Tirkiyê destpêkirin. Li ser naveroka hevdîtinan her çi qas daxuyaniyek resmî yeke berfireh nehatibe belavkirin jî, kêşeyên sereke yên di navbera du dewletan de kifş in. Endamên tevgera Îxvan’ul Muslîmîn yên li Tirkiyê, hebûna serbazî ya Tirkiyê li Lîbyayê, egera ji nû ve şandina balyozan û peymanên li Deryaya Naverast, tê çaverêkirin ku di navbera delegasyonên Tirkiye û Misrê de werin axaftin.

Di vê derbarê de Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Alî Bakeer got: “Bi ya min şandina delegasyonekê ji aliyê Misrê ve bo Tirkiyê ji xwe geşedanek têra xwe erênî ye. Lê belê carna em dibînin ku beşek ji sîyasetmedarên Misrê dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Yevnanîstan û Qibrisê re li hemberî Tirkiyê bikar bînin. Heger Misir ev helwêsta xwe bidomîne Tirkiye jî dikare pêwendiyên xwe yên bi Etîyopyayê re bikar bîne.”

Li aliyê din beşek ji şarezayên babetê jî di çarçoveya pêwendiyên di navbera Misir û Tirkiyê de bal dikişînin li ser siyaseta Deryaya Naverast.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Huseyîn Bagci dibêje: “Helbet karvedanên hevdîtinên ku niha di navbera Tirkiye û Misrê de birêve diçin, di demek nêz de bandor nadanên li ser balansên li Deryaya Naverast. Dîsa jî, bo destpêka asayîkirina pêwendiyên dualî berdewamiya hevdîtinan gelek girîng e. Di pozîsyona Tirkiyê de jî bi armanca domandina hevdîtinan guherînek heye.”

Serokatiya delegasyonên Misir û Tirkiyê di asta cîgirên wezîrên karên derve de tê kirin. Yekem qonaxa hevdîtinên dualî jî di heman astê de li Qahîreya paytexta Misrê encam dabûn. Çavkaniyên dîplomatîk li Enqerê radigihînin ku heger du alî li hev bikin dibe ku sêyemîn qonaxa hevdîtinan di asta Wezîrên Karên Derve de birêve biçe. Lê belê li gorî medyaya Misrê, Qahîre çaverêye ku Tirkiye guherîna helwêsta xwe bi avayekî eşkeretir bi kiryarên xwe nîşan bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin