Tirkiyê şaxeke PTTê li Girê Spî vekir

Tirkiyê şaxeke PTTê li Girê Spî vekir

.

A+A-

Saziya Postê ya Tirkiyê (PTT) şaxeke xwe li navenda bajarê Girê Spî vekir.

Li navenda bajarê Girê Spî ku niha di destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê de ye, saziya postê ya fermî ya Tirkiyê (PTT) şaxeke xwe vekir.

Parêzgarê Ruhayê Abdullah Eren, Rêveberê Postê Mistefa Kargîn û Serokê Encûmena Xwecihî ya Girê Spî Wail Hemdo jî di merasîma vekirina şaxa postê de amade bûn.

Hikûmeta Tirkiyê mîna ku bajarên wî welatî ne, serederiyê li gel Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî û bajarên din ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike.

Hikûmeta Tirkiyê heta niha ala xwe li wan bajaran bilind kiriye, dibistanên Tirkî vekirine, pereyên xwe kirine pereyên fermî li bazaran, saziyên xwe têde avakirine û niha jî saziya xwe ya Postê jî li wir vekirin.

Li gor yasayên navdewletî nabe dewletek dezgehên xwe yên fermî di nav axa dewleteke din ava bike, ala xwe, wêneyên serokê welatê xwe her li nav axa wî welatî jî bilind bike. Lêbelê Tirkiyê li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û bajarên din ev yek kirine.

Çavdêr û şopîner vekirina saziyên fermî yên hikûmeta Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê wekî nîşana girêdana wan navçeyan bi Tirkiyê ve bi nav dikin.

Bajarê Girê Spî li gel Serê Kaniyê Cotmeha 2019an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê. Efrîn jî 18ê Adara 2018an ketibû destê wan grûpan.

Heta niha li wan navçeyên Kurdî ji ber êrişan bi sed hezaran Kurd koçber bûne û herwiha bi sedan binpêkariyên grûpên çekdar li dijî xelkê sivîl li wan navçeyan, ji aliyê rêxistinên navdewletî û xwecihî ve hatine tomarkirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin