Tirkîyê operasyoneke din li dijî PKKê ragihand

Tirkîyê operasyoneke din li dijî PKKê ragihand

Li ser fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, li devera Colemêrgê operasyonek li dijî gerilayên PKKê hat destpêkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Operasyona leşkerî ya bi navê "Kapan 3" hatîye destpê kirin, tê de 825 endamên Hêzên Taybet, leşker û polîs beşdar in.

Devera Colemêrgê ku her dem meydana şerê leşkerên Tirkîyê û gerilayên PKKê ye, operasyon ji Fermandarîya Cenderme ya Colemêrgê ve tê birêxistinkirin.

Operasyona leşkerî li deverên çîyayên asê yên Colemêrgê hatîye destpê kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkîyê berî 2 rojan operasyona “Kapan-1 Bagok” li dorûbera gundên Mêrdînê li dijî PKKê bi beşdarîya hezar serbazî ragihandibû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin