Tirkîye: 7 kesên din ji ber Koronayê mirin

Tirkîye: 7 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca ragihand; "Di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 672test hatin encamdan. 293 teşxîsên nû hatin kirin. Mixabin 7 kesên din mirine.”

A+A-

Navenda Nûçeyan -  Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 672 test hatin encamdan. 293 teşxîsên nû hatin kirin. Mixabin 7 kesên din mirin. Hişyarîyek bo ciwanan, hûn li derveyî şewbê nîn in. Jîyana xwe giran bikin. Nekevin rîskê. Rîskê neguhêzin malên xwe. Li malê bin. Mal têrî jîyanê dike.”

Piştî pêvajoya 24 saetî li Tirkîyeyê hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirin gihişt 37an, hejmara pêketîyên şewbê jî gihişt 1529an. Yekem haleta Koronayê di 11ê Adarê te hatibû tomarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin