Termên 9 koçberên Kurd ji Yûnanê ve bo Kurdistanê tên vegerandin

Termên 9 koçberên Kurd ji Yûnanê ve bo Kurdistanê tên vegerandin

.

A+A-

Termên 9 koçberên Kurd ku dawiya sala bihorî li peravên Yûnanê xeniqîbûn, bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.

Serokê Dezgeha Lûtke bo karûbarên penaberan, Arî Celal ji Rûdawê re ragihand, pişkinîna DNA bo wan 9 terman hatiye kirin û dê bo Herêma Kurdistanê bên vegerînin.

Arî Celal got, di van rojan de şandeke Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Yûnanê bike ji bo ku termên 9 koçberên Kurd werbigre û karûbarên şandina wan terman bo Herêma Kurdistanê bike. 

Roja 22ê Kanûna 2021an jî belemeke koçberan li girava Antîkîsera li bakurê wî welatî binav bûbû. Polîsê Peravên Yunanistanê rojek paşê ragihandibû, bi sedema nuqmbûna belemeke koçberan li girava Antîkîsera herî kêm 4 koçberan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 90 koçberên din jî li heman giravê asê mane.

Rojek beriya wê bûyerê, di roja 21ê Kanûna 2021an de jî belemeke din a koçberan li nêzîk girava Folegandros a Yûnanistanê noqmî avê bûbû. Berpirsên Yunanistanê wê demê ragihandibûn, hêzên wan 13 kesên di wê belemê de rizgar kirine, lê bi dehan kesên din bêserûşûnin.

Beşek ji rizgarbûyên belema binavbûyî ya nêzîk girava Folegandros ji berpirsên Yunanistanê re gotibûn, hejmara wan koçberan 32 kes bûn, lê hinek ji wan jî gotine ew 50 kes bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin