Stoltenberg: S-400 Nikare Bibe Beşeke Sîstema Berevanî ya NATOyê

Stoltenberg: S-400 Nikare Bibe Beşeke Sîstema Berevanî ya NATOyê

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ji ber ku Amerîka, Tirkîye ji bernameya F-35 derxistiye, ew ketiye fikaran.

A+A-

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ji ber ku Amerîka, Tirkîye ji bernameya F-35 derxistiye, ew ketiye fikaran.

Stoltenberg li Foruma Ewlekarîyê ya Enstîtuya Aspenê ya li eyaleta Colorado ya Amerîka got ku ku S-400 nikare bibe beşeke sîstema berevanîyê ya NATO.

Wî bi berdewamî da zanîn ku firokên cengê yê Tirkîyê û radara wê dê di sîstema NATO de bimîne.

Amerîka dîyar dike ku Rûsya dikare di ser S-400 yên li Tirkîyê re karên îstixbaratî bike û dibêje ku jiber vê yekê ewê Tirkîyê ji bernameya F-35 derxin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin