Siyasetmedarê Iraqî: Serok Barzanî sembola şoreşeke niştîmanî û mirovî ye

Siyasetmedarê Iraqî: Serok Barzanî sembola şoreşeke niştîmanî û mirovî ye

.

A+A-

Siyasetmedarê navdar ê Iraqî Mîsal Alosî got, Serok Barzanî sembola şoreşeke niştimanî û mirovî ye.

Siyasetmedarê Iraqî û serokê Partiya Umme ya Iraqê, Mîsal Alosî li ser hesabê xwe yê twîtterê parvekirinek kir û pirs kir: Çima hinek li hember Kurd û Kurdistanê bi kîn û hêrs in?!

Mîsal Alosî got, yên ku nexweşiya wan ya derûnî heye çi dibêjin bila bêjin, Serok Mesûd Barzanî kesekî zana, wêrek, girêdayî ol û exlaqekî bilind e û ji kesên bê nirx jî mezintir e.

Siyasetmedarê Iraqî destnîşan kir, ‘Barzanî sembola şoreşeke niştîmanî û mirovî ye û karwan diçe, ecem jî sergirdan dimînin.’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin