Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê: PKKyê teqîna li Hewlêrê kir

.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku teqîna li ser pira peyayan a li ser cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê “kiryareke terorîstî” ye û ji aliyê “PKKyê ve hatiye kirin.”

1ê Îlonê seat 18:29an de li ser pireke peyayan a li ser cadeya 60 Metreyî ya Hewlêrê teqînek çêbûbû.

Di teqînê de ti ziyaneke canî çênebû lê pirê xesar dîtiye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser teqînê daxuyanniyek belav kir.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ev teqîn wekî “kiryareke terorîstî” bi nav kir.

Herwiha konseyê da zanîn ku 1 kîlo teqemeniya destçêkirî ya PETN bûye sedema teqînê.

“Endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye”

Li aliyê din Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir navê kesê ku bombe daniye ser pirê Z.C.X. ye û ji nahiyeya Tekyeyê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê got ku Z.C.X endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye û bi vê armancê hatiye Hewlêrê û piştî teqînê dîsa vegeriyaye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî xala sêyem a madeya duyem a qanûna têkoşîna li dijî terorê  dadgehê biryar daye ku Z.C.X. bê desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ji ber ku bûyer li Hewlêrê çêbûye dadgehê ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê xwestiye ku tohmetbar bê girtin û radestî dezgehên ewlehiyê yên Hewlêrê bê kirin.

Kurdistan Haberleri

Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin