Bi daxuyaniyekê Amerîkayê êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

.

Bi daxuyaniyekê, êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price hat şermezarkirin.

Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi rêya wesayîtên bombekirî, nîgiran in.

Price da zanîn: “Ev êrîş gefê li gelê Sûriyê dixwe û wê deverê zêdetir nearam dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj berê li navçeyên Ezaz û Babê teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 10 kesan can dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Selahattîn Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin
Serok Barzanî li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Piştî rawestîna şer dê 602 gundên Başûrê Kurdistanê dîsa ava bibin
AK Partiyê li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin