‘Almanya wê vê carê nikaribe rê li ber dorpêçên Tirkiyê bigire’

.

Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung a Almanî piştî civîna doh ya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku êdî ti bijardeyek li ber Almanyayê nemaye ku nehêle dorpêç li ser Tirkiyê bên sepandin.

Rojnameyê bal kişandiye ser aloziya Rojhilatê Derya Spî, vekişîna Tirkiyê ji reformên darazê ku Tirkiyê heta niha ti tiştek nekiriye û daye zanîn, êdî karê hikûmeta Almanyayê zehmet bûye ku bikare Tirkiyê biparêze.

Herwiha hatiye gotin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heta niha ti sozên ku dane bicih neanîne û lewma jî ji YE bawerîpêdana xwe biparêze ji cezakirina Tirkiyê wê nereve.

Hêjayî bibîrxistinê ye, lutkeya serokên YEyê 10-11ê Kanûnê tê lidarxistin û mijara sereke jî sepandina dorpêçên ser Tirkiyê ye.

 

Siyaset Haberleri

Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî