Serokwezîrê Kurdistanê: Ez pêşwaziyeke germ li serdana Biden ji bo Rojhilata Navîn dikim

Serokwezîrê Kurdistanê: Ez pêşwaziyeke germ li serdana Biden ji bo Rojhilata Navîn dikim

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê diyar kir: “Ez pêşwaziyeke germ li serdana Serokê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn dikim.”

Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Ez hêvî dikim Serokê Amerîkayê di gotûbêjên xwe de qurbaniyên xelkê Kurdistanê yên li dijî terorîzmê jibîr neke.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvîdar im mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Iraqa Federal werin parastin.”

Herwiha di berdewamiyê de eşkere kir: “Hêvî dikim mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di nav wan de jî sûdwergirtina ji çavkaniyên enerjiyê ku Amerîkayê veberhênaneke mezin di vê sektorê de kiriye, were parastin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ez hêvîdar im mafên me yên destûrî nebin qurbaniya milmilaniya aliyên siyasî yên Iraqê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Tê bîra min, çend sal berê, me ligel Serok Biden bi hev re gotûbêj kir û rola Biden heye di destkeftên gelê Kurdistanê yên piştî sala 2003yan de, ji wê dema ku kongresman bû û heta gihîşte Serokatiya Amerîkayê, bi awayekî berdewam pabendbûna xwe li hember Kurdistanê nîşan daye.”

Serokwezîr eşkere kir: “Niha ji hemû deman bêhtir ji bo seqamgîrî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê, girîng e ku destûr navbeynkar be. Ez ji hevbeşên me yên li welatên Kendavê û ji Serok Biden daxwaz dikim, piştevaniya vê prensîpê bikin û di lûtkeya welatên encûmena alîkariya Kendavê de vê piştevaniyê bi zelalî bigihînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herî dawî ragihand: “Kurdistan di pêkanîna seqamgîrî, asayîş û xweşguzeraniyê de li Iraq û navçeyê rola xwe dilîze, ev di berjewendiya me hemûyan de ye, lê belê ev pêşketina ku me salên borî bi dest xist, di bin gefê de ye, divê em bi hev re ji bo rastkirina rewşê bixebitin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin