Serokomariya Iraqê: Şewitandina Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Serokomariya Iraqê: Şewitandina Ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Serokomariya Iraqê derbarê şewitandina Ala Kurdistanê û baregeha PDKê ya li Bexdayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “bêrêzîkirin bi Ala Kurdistanê li xwedanê sembol û pêgeheke dîrokî ye, nayê qebûlkirin.”

A+A-

Îro Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin, li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn.

Serokomariya Iraqê jî li hember bûyerên îro yên li Bexdayê bertek nîşan da.

Berdevkekî li ser navê Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de, şewitandina Ala Kurdistanê û baregeha PDKê ya li Bexdayê şermezar kir û ragihand, “şewitandina baregeh û cihên giştî xizmeta berjewendiya welat nake, lê tifaqa siyasî û civakî dixe metirsiyê, herwiha bêrêzîkirin bi Ala Kurdistanê ku sembol û xwediyê pêgeheke dîrokî ye, nayê qebûlkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “îro me dît ku ji aliyê grûpeke ji yasayê derketî û dûr ji rêkarên aştîxwazî yên azadiya derbirîna nêrînan û parastina serweriya dewletê, êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexdayê hat kirin, em ji aliyê helwêsta xwe ya neguher a bo piştevanîkirina li azadiya derbirînê bi awayekê aştiyane, wê kiryara ajawegêrî şermezar dikin ku di berjewendiya ti kesî de nîne û aramî û aştiya civakî jî dixe metirsiyê.”

Serokomariya Iraqê daxwaz ji hikûmetê jî dike, ku bilez derbarê bûyerê de lêkolînan destpê bike û kesên xemsar bêne cezakirin, herwiha daxwaz ji hemû aliyan dike, ku li ser xwe û aram bin.

Piştî şewitandina baregeha PDKê û Ala Kurdistanê, berpirsên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda, bi tundî bûyerên îro yên li Bexdayê şermezar kirin û ragihandin, ku divê di demeke herî nêzîk de saziyên peywendîdar ên Iraqê derbarê bûyerê de lêkolînê bikin û lêpirsînê li gel êrîşakaran bikin û bikerên êrîşê ceza bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin