Serokê Sûriyê ji Rûsyayê xwestiye ku hebûna hêzên wan li Sûriyê ne demkî be

Serokê Sûriyê ji Rûsyayê xwestiye ku hebûna hêzên wan li Sûriyê ne demkî be

.

A+A-

Serokê Sûriyê Beşar Esed, daxwaz li Rûsya kiriye ku hebûna hêzên wê li Sûriyê ne demkî be. Li gor medyaya Rûsî, serokê Sûriyê beşar el-Esed gotiye, Şam dê pêşwaziya zêdekirina hêzên Rûsya û binkeyên serbazî yên nû li Sûriyê bike.

Li Moskowê, her du wezîrên berevaniyê yên Rûsya û Sûriyê jî civiyan.

Di çaçoveya sedana serokê Sûriyê Beşar el-Esed bo Rûsya de, wezîrên berevaniyê yên herdu welatan civiyan. Di civînê de, Sergei Shoigu, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsya got wan li Sûriyê serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas anî ziman, “Di van salên borî de, me rêyeke dûr û ndirêj bi were birî, di warê rizgarkirina xaka Sûriyê ji terora navdewletî de. Bawer im ku me serkeftineke mezin bi dest xist. Bêguman hîn gelek kar li pêş me ye, lê di heman demê de, me piraniya kar qedandiye.”

Elî Mehmûd Ebas, wezîrê berevaniyê yê Sûriyê spasiya Rûsya kir ji bo alîkariyên ku pêşkêşî Sûriyê kirine.

Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas got, “Em spasiya Rûsya û gelê Rûsya dikin li ser alîkariya ku herdem ji bo Sûriyê û gelê wê pêşkêş kirine, bi taybet piştî karesata erdhejê.”

Li gor medyaya Rûsî, Serokê Sûriyê beşar el-Esed gotiye, “Divê hebûna hêzên Rûsya li Sûriyê ne demkî be. Şam dê pêşwaziya zêdekirina hêzên Rûsya li Sûriyê bike, Şam dê pêşwaziya binkeyên serbazî yên nû ji bo hêzên Rûsya li Sûriyê bike.”

Roja sêşemê, 14ê Adarê, Serokê Sûriyê Beşar el-Esed, li gel şandeke wezîran a berfireh bi serdaneke fermî gihîşte Moskowê. Roja çarşemê, her du serokê Sûriyê û Rûsya li hev civiyan û hejmarek babetên hevbeş gotûbêj kirin.

 

ÇAVKANİ:RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin