Şerê Tirkiye û PKKê ziyan daye sektora çandiniyê

Şerê Tirkiye û PKKê ziyan daye sektora çandiniyê

.

A+A-

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî dever û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin. 

 Ji ber hebûna baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê Herêma Kurdistanê, firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî dever û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin û ziyana sereke gihiştiye hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û her sal bi dehan kes şehîd û birîndar dibin û ziyaneke mezin a madî jî digihe xelkê wan deveran.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê Husên Heme Kerîm eşkere kir ku bi sedan donimên çandiniyê yên cotkarên wan deveran têk çûne û bi sedan donimên din jî hatine valakirin û ziyaneke mezin gihiştiye rez û baxan û xelk nawêrin biçin karê çandiniyê û avdaniyê bikin.

Çendîn sal in gundên ser sînorê Hêrêma Kurdistanê ligel Tirkiye û Îranê, ji ber şer û topbaran û bombebaranan, têne valakirin û gefa valakirinê li ser gundên din jî heye, ku ziyaneke mezin li sirûşta jîngeh û çandiniya deverên sînorî gihandiye, ev ji bilî awarebûna xelkê wan deveran, ku ziyaneke mezin gihiştiye rez û baxên wan.

Husên Hemen Kerîm li ser ziyanên çandiniyê eşkere kir ku %50 çandinî û baxdarî li wan deveran kêm bûye, topbaran ziyanê tenê li çandiniyê nake, bandora wê li ser pêwendiyên civakî û jîngehê jî heye, rûbereke mezin a rez û baxên welatiyan şewitîne, vê yekê ziyaneke mezin a aborî gihandiye wan.

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Zengene li ser rewşa wan deveran hişyarî dide û di wê baweriyê de ye ku di 10 salên borî de, heta niha ji ber şer û topbaran û bombebaranan, beşeke mezin a wan deveran têk çûye.

PKK cihê xwe ku Bakurê Kurdistanê ye, bi cih hiştiye û baregehên xwe li gundên ser sînorê Herêma Kurdistanê danîne, bi vê yekê jî bûye metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê wan gundan û valabûn û wêranbûna gundên wan.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin