Şerê li Hesekê: Herî kêm 23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Şerê li Hesekê: Herî kêm 23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

A+A-

 Piştî ku çekdarên DAIŞê roja Pênşembê êrîşî girtîgeha Xwêran ya Hesekê kirin, li gor xelkê nêzîkî girtîgehê hejmareke ji wan xwe bi zorê xistine malan û xelkê sivîl wek mertal bikaranîne. Vê yekê jî wiha li beşek ji xelkê taxên derdora girtîgehê kir ku malên xwe bicihbihêlin. Berdevkê HSDê jî diyar kir ku heta niha 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Dayika Îbrahîm, Runiştvana taxa Xwêran, Heseke, dibêje, “Rûbrûbûn û bombebaran û şer berdewambû. Hejmareke ciwanan kuştin. Cîhana wan wêran kirin. Em ji ber şer û rûbrûbûnê reviyan. Em ji ber zarokên xwe tirsiyan û reviyan. DAIŞ hat nav wê taxê û 4 kes kuştin.”

Şer û bombebaran

Îbrahîm Mihemmed, Niştecihiyê Hesekê, dibêje, “Bombebaran û rûbrûbûn û kuştin berdewam bû. Li taxa me 4 ta 5 kes kuştin.”

Li gor medyaya Hêzên Sûriya Demokratîk, şeva Înê çekdarên DAIŞê otomobîlek û motosîkleteke bombekirî, li nêzîkî wê girtîgehê teqandin. Piştre şer û rûbrûbûn di navbera hêzên zêrevanî yên girtîgehê û çekdarên DAIŞê ku ji başûrê bajar ve nêzîkî girtîgehê bibûn, çêbû.

Piştî vê yekê çekdarên DAIŞê 3 tankerên petrolê li nêzîkî wê zîndanê teqandin daku dûkêl esman bigire û balafirên şer nikaribin wan bomberan bikin. Hevdem ligel wê çekdarên di nav zîndanê de dest bi serhildanê û rûbrûbûnan ligel hêzên emnî kirin.

Li gor berdevkê HSDê di şer de 7 şervanên wan canê xwe ji dest dane û herî kêm 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Daxuyaniya Mezlûm Kobanî

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Kobanî roja Înê di twetekê de ragihand, "Hêzên me yên ewlehiyê gihiştin wî cihî û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di têkbirina êrîşê de biserketin. Navçeyên dewrûberên zîndanê bi temamî hatine dorpêçkirin û hemû kesên reviyane hatin desteserkirin. Em tekez dikin ku şerê me yê li dijî DAIŞê berdewam e û ranawestin heta ku em hemû tawanbaran dixin zîndanê."

Piraniya çekdarên li zindana Hesekê Iraqî ne

Hevdem Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji Rûdawê re ragihand beşa herî zêde ya wan çekdarên DAIŞê yên di nav wê zîndana Hesekê de Iraqî ne. Yehya Resûl herwiha got jî, ji ber tûndkirina sînoran çekdarên DAIŞê nikarin bi dizî bên nav Iraqê.

Yehya Resûl, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, dibêje, “Heta niha jî metirsî heye ji ber hebûna çekdarên DAIŞa terorîst û rêxistina terorî li navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê û li Dêrezorê, di nav wan de jî zîndana Hesekê ku 5 hezar terorîst tê de ne û di nav wan de 3 hezar terorîstên Iraqî ne.”

Ew êrîşa DAIŞê bo ser girtîgeha Xwêran ya Hesekê ji dema derxistina wê ya di sala 2019ê ve wek mezintirîn êrîşa wê rêxistina tûndrew tê hejmartin.

Ew êrîş hevdem bû ligel bixwîntirîn êrîşa îsal ya wê rêxistinê li Iraqê, ku serê sibehe roja Înê li Diyale 10 serbaz û efserek di encamê de kuştin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin