Şengê bi futbollîzê navdar yê swêdî re zewicî

Şengê bi futbollîzê navdar yê swêdî re zewicî

Şengê Birhan Husên keça pêşmergeyekî ye, bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye û ji mêj ve li Swêdê dijî.

A+A-

Futbollîza kurd Şengê bi futbollîzê neteweyî yê swêdî bi Emîl Forsberg re zewicî

Şengê Birhan Husên keça pêşmergeyekî ye, bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye û ji mêj ve li Swêdê dijî.

Şengê li Swêdê di lîstikvanîya futbolê de jêhatî ye û di tîma neteweyî ya Swêdê de jî cîh girtîye. Şengê ji sala 2009ê ve li Swêdê di tîma Sundsvalls DFF de bi topê dilîze û êrîşber e.

Bavê Şengê, Birhan Husên jî lîstikvanekî kevin ê tîma Silêmanîyê ye.

Zavayê swêdî Forsberg nuha di tîma RB Leipzig a Almanyayê de dilîze. Forsberg berîya wê di tîma Malmo ya Swêdê de dilîst û di şampîyonîya Ewrûpayê de di nav tîma swêdî de cî digirt.

Şengê û  Emil Forsberg roja 15ê Tîrmehê bi daweteke kurdewarî û swêdî zewicîn û zavayê swêdî bi zîrekî govenda kurdî digerand. Li gor agahdarîyên ku apê Şengê rêzdar Arif daye Rûdawê, Şengê û Emil Forsberg ji 14 salîya xwe ve hevalên hev in.

emil.pngsengê4.pngsengê2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum