Sekretêrê Neteweyên Yekgirtî hişyarî dide

Sekretêrê Neteweyên Yekgirtî hişyarî dide

Antonio Guterress Sekretêrê gitştî yê Neteweyên Yekgirtî hişyarîyê dide û dibêje, eger vîrusa Korona neyê kontirolkirin; bi milyonan kes dê canê xwe ji dest bidin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dûpat kir, eger komlgeha nêvdewletî bi rijdî kar neke û rê li pêş belavbûna vê virusê negirin, bi taybetî di wan welatên hejar de; Korona bi milyonan kesan dê bikuje.

Hişyarîyên Antonio Guterresdi demekê de ye, ku virusa Korona gelek bilez li welatin belav dibe û heya niha jî,  ji bilî Çînê, li ti welatên din nekarîye kontirol bikin.

Heta niha li seranserî cihanê zêdetir ji 10 hezar mirov ji ber vîrusa Koronayê mirine û bi sedhezaran mirov jî tûşî wê nexweşîyê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin