Sefîn Dizeyî: Bo radestkirina petorlê tenê tiştên teknîkî mane

Sefîn Dizeyî: Bo radestkirina petorlê tenê tiştên teknîkî mane

Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand, di mijara radestkirina nefta Kurdistanê bo Bexdayê de tenê hinek tiştên teknîkî mane.

A+A-

Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand, di mijara radestkirina nefta Kurdistanê bo Bexdayê de tenê hinek tiştên teknîkî mane.

Sefîn Dizeyî îro di civîneke rojnamevanî de bersiva vê pirsê da ku gelo Herêma Kurdistanê dê neftê bide Bexdayê yan na? û ragihand, helbet di warê siyasî de biryar hatiye dayîn ku neft radestî Bexdayê bê kirin lê di warê teknîkî de hinek tişt mane.

Dizeyî her wiha got, li Kurdistanê şîrketên biyanî yên petrolê hene ku petrola Kurdistanê derdixin. Dema neft radestî Bexdayê were kirin divê mafên wan şîrketan jî bên dayîn.

Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî ragihand, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi taybet piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê gelekî baş bûne.

Sefîn Dizeyî li ser mûçe û bûdceya Kurdistanê jî got, rêkeftina ku hatiye kirin dê hetanî dawiya îsal bidome. Lê bo sala 2020 dê dîsa gotûbêj bên kirin ka sîstemek çawa bê danîn.

Çend roj berê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gotibû, eger Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft nede Bexdayê wê çaxê hikûmeta Iraqê dê bûdceya wê kêm bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin