Saziya Tiba Edlî: Mehmet Emîn Ozkan dikare li girtîgehê bimîne

Saziya Tiba Edlî: Mehmet Emîn Ozkan dikare li girtîgehê bimîne

.

A+A-

Ozkan hefteya borî şandibûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê. Newxeşxaneyê diyar kiribû ku Ozkan, “nikare li girtîgehê bimîne.” Berovajî vê biryarê STEyê gotiye, “ew dikare li girtîgehê bimîne.”

Saziya Tiba Etlî (STE) di rapora xwe ya dawiyê de careke din gotiye ku Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, dikare li girtîgehê bimîne. Ozkan bi îdiaya ku têkiliya wî bi kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydinî re heye, 27 sal in girtî ye.

Ozkanê ku nikare bimeşe û biaxive û li bendê ye bilez û bez tehliye bibe, hefteya borî şandibûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê.

Newxeşxaneyê di rapora xwe de gotibû ku Ozkan, “nikare li girtîgehê bimîne.” Piştî vê raporê Ozkan careke din şandine Saziya Tiba Edlî (STE) ya Stenbolê. Li vir kontrola wî hatiye kirin û ew bi şûn de şandine Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê. STEyê di rapora xwe de careke din diyar kiriye ku Ozkan “dikare li girtîgehê bimîne.”

Di rapora Şandeya Psîkiyatrî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl de bal kişand ser nexweşiya demansê û ev agahî hatin dayîn: “Psîkologê girtîgehê dibêje ku Ozkan nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne, nikare tenê biçe tuwaletê û ji bîr dike.” Di nivîsên çavdêriyê yên Şandeya Norolojiyê de jî hate diyarkirin ku nexweş bêyî alîkarî nikare bijî û di rapora Şandeya Kardiyolojiyê de jî hate diyarkirin ku nexweşiya Ozkan a kapaxê dil heye.

“Nikare bi tena serê xwe biçe destşoyê”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Heyeta Psîkiyatriyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî di rapora xwe de behsa nexweşiya demansê kiriye û zanyariyên psîkologê/a girtîgehê dane bibîr xistiye ku psîkologî/ê gotiye, Ozkan nikare bi tena serê xwe karan bike, nikare bi tena serê xwe biçe destşoyê jî, ji bîr dike.

Raporê bal kişandiye ser notên çavdêriyê yên Heyeta Norolojiyê jî ku li wir jî gotine, bêyî alîkariyek bê kirin, nexweş nikare jiyana xwe ya rojane birêve bibe. Heyeta kardiyolojiyê jî behsa nexweşiya kapaxa dilî ya Ozkanî kiriye. Di beşa êşnasiyê de hatiye diyarkirin ku nexweşiyên Ozkan ên hîpertîroîdî ku weke guatira bijehr tê zanîn, hîpertansiyon a xebatên wî yên rojane sînordar bike, nexweşiya dil a koroner arter (KAH) ku dibe sedemê mirina ji nişka ve û di asta duyemîn de nexweşiyên gurçikan heye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin