Şandeke Amerîkî gihişt Rihayê

Şandeke Amerîkî gihişt Rihayê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di çarçova rêkeftina derbarê ‘navçeya aram’de şandeke Amerîkî ya 6 kesan pêk tê, gihiştiye Rihayê.

A+A-

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê xebatên pêkanîna 'navenda hevbeş' û 'Navçeya Aram' de daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku xebatên pêkanîna ‘navenda hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, dest pê kirine.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku di vê çarçovê de şandeke Amerîkî gihiştiya parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê.

Hatiye gotin ku ew şanda Amerîkî ji 6 kesan pêk tê û hatiye diyarkirin, ‘navenda hevbeş’ a ku herdu alî li ser rêkeftibûn, rojên pêş de dê bikeve warê cîbicîkirinê.

Li hêla din li gor medya Tirkiyê, di çarçova wê rêkeftinê de ji bo pêkanîna ‘navenda hevbeş’ û birêvebirina ‘Navçeya Aram’, hêzeke serbazî ya Amerîkî, gihiştiye Rihayê.

Li gor medya wî welatî tîma Amerîkî a ku ji 90 serbazan pêk tê, îro gihiştiye Balafirxaneya GAPê ya Rihayê û ji wê derê bi otobûsan bo navenda ku dê lê bimînin hatine veguhastin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî 3 rojan ji hevdîtinên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê, herdu aliyan roja 7ê Tebaxê ragihandibûn ku ew dê ji bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, ‘navendeke hevbeş’ ava bikin.

Li gor rêkeftina di navbera herdu welatan de li ser axa Rojavayê Kurdistanê dê ‘Navçeyeke Aram’ bê avakirin û ew navçe dê ji aliyê hêzên serbazî yên herdu aliyan ve bê kontrolkirin û dewriyeyên hevbeş dê bên encamdan. Lêbelê heta niha derbarê kûrahî û dirêjahiya wê navçeyê zelaliyek nîne.


 

Herwiha yek ji xalên wê rêkeftinê jî vegera koçberên Sûrî yên ji Tirkiyê bo welatê wan e. Tirkiye rijd e li ser wê yekê ku divê ew koçber li Navçeya Aram bêne bicihkirin, kê naveroka rêkeftinê û helwesta Amerîkayê derbarê vê mijarê de bi zelalî nediyar e.

 Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford jî berî du rojan ji Rûdawê re gotibû, ku ew ne di wê baweriyê de ye ku Amerîka qebûl bike beşeke zêde ya koçberên Sûriyê li wê deverê bên bicihkirin û herwiha ragihandibû ku Amerîkayê gulopa kesk bo Tirkiyê vênexist ku wê deverê bi tenê kontrol bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin