Şandeka PYDê bi berpirsên rêjîma Sûrîyê re hevdîtin kir

Şandeka PYDê bi berpirsên rêjîma Sûrîyê re hevdîtin kir

“Hevdîtin serkeftî nebûn”

A+A-

Bassnews

 

Şandeka Partîya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkîyê çû paytexta Sûrîyê, Şamê.

Li gorî agahîyan, duhî şandeka PYDê çûbû Şamê û bi rayedarên rêjîma Sûrîyê re li ser êrişên Tirkîyê yên li ser Rojava hevdîtin kiribû.

Jêderekî li Rojavayê Kurdistanê li ser wê mijarê got, şanda PYDyê ji Salih Muslim, Aldar Xelîl û komek berpirsên din yên PDKê hatibû.

Wî jêderî da zanîn, hevdîtinên şanda PYDyê bi berpirsên Şamê re serkeftî nebûne ji ber ku hikûmeta Sûrîyê daxwazîyên wê şandê qebûl nekirye û dijîtîya xwe bo mafên sîyasî yên kurdan nîşan daye.

Bi gotina wî jêderî, şanda PYDê pêşnîyar kirîye Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevbeş ji alîyê wan û rêjîma Sûrîyê ve were birêvebirin lê rêjîmê ew qebûl nekirîye û gotîye, bila hemû Rojava bikeve bin kontrola wê.

Artêşa Tirkîyê duhî bi fermana serokê Tirkîyê Erdogan dest bi operasyona Rojavayê Kurdistanê kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin