Şandeka ENKSê vê hefteyê ligel Sergey Lavrov dicive

Şandeka ENKSê vê hefteyê ligel Sergey Lavrov dicive

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) di nava vê hefteyê da wê seredana Moskowê paytexta Rûsyayê bike û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê (PDKS) Dr. Kawa Azîzî, ji BasNwsê ra axivî û aşkere kir roja pêncşemê ya vê hefteyê wê şandeka ENKSê serdana Moskowê bike û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergeyl Lavrov ra bicive.

Herwiha Kawa Ezîzî da zanîn ku Rûsyayê bi awekî fermî ENKS vehewandîye û li ser nivîsandina destûra nû ya Sûrîyê wê hevdîtin bihê encam dan û ENKS jî di nava komîteya destûrê da cîh digire.

Di berdewamîyê jî da Kawa Azîzî amaje bi wê yekê kirîye hewleke ciddî heye bo yekdengî di navbera partîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêk were û dawî li dagirkerîya çekdaran pêk were.

Hêjayî bi bîrxistinê bere jî çendîn caranên şandên ENKSê serdana Rûsyayê kiribû û bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê bo Karûbarên Sûrîyê ra civîya bû.

 Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin