Şanda Kurdistanê ji bo rewşa dawî ya projeyasaya budçeyê diçe Bexdayê

Şanda Kurdistanê ji bo rewşa dawî ya projeyasaya budçeyê diçe Bexdayê

.

A+A-

 Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdçeya sala 2021ê ya Iraqê de, diçe Bexdayê.

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî, îro Sêşemê ragihand ku bi armanca temamkirina gotûbêjan a li ser pişka Herêma Kurdistanê li ser xala 11 ya projeyasaya bûdçeya Iraqê, di demeke nêzîk de em ê herin Bexdayê.

Semîr Hewramî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel rêkeftinê ye û dixwaze xalên rêkeftinê werin cîbicîkirin.

Dengdana projeyasaya bûdçeya sala 2021ê ya Iraqê biryare hefteya bê li parlamentoya Iraqê were kirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin