Şanda Amerîkî tê Tirkîyê

Şanda Amerîkî tê Tirkîyê

Cigîrê Serokê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê îro digel Serokomarê Tirkiyê li ser pirsa êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kom dibin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Cigîrê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro serdana Enqerê dikin û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdoganî re dicivin.

Kombûna wan piştî nîvro demjimêr 14:30an de dibe û mijara sereke ya civata wan, pirsa operasyona êrîşa Tirkîyê ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê ye.

Amerîka ji Tirkîyê dixwaze operasyona xwe raweste û bi HSDê danûstandinan bike. Lê hikûmeta Tirkîyê vê pêşnîyarê red dike û li ser şerê xwe rijd e.

Herwiha Pompe duh gotibû, Erdogan di ber alozîya navçeyê rû dide berpirs e.

Ev hevdîtin piştî pêwendîya telefonî ya di navbera Trump û Erdogan de tê, ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence aşkere kiribû, Trump daxwaz ji Erdogan kiribû, êrîşa xwe rawestîne û dê wê derbarê de şandekê bişîne danûstandinê di wê derbarê de bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin