Rusya: Di dû rojan de 23 leşkerên Surîyayê hatine kuştin

Rusya: Di dû rojan de 23 leşkerên Surîyayê hatine kuştin

Wezareta Berevanîya Rusyayê ragehand: Di dû rojan de 23 leşkerên Surîyayê li bakûra rojavaya Suriyê hatine kuştin.

A+A-

Wezareta Berevanîya Rusyayê ragehand: Di dû rojan de 23 leşkerên Surîyayê li bakûra rojavaya Suriyê hatine kuştin.

Navenda lihevhatina Rûsyayê ya ser bi Wezareta Berevanî ya Welatî, di daxuyanîyekê de ragehand, di rojên 10 -11yê evê mehê, ji encama hêrişên girûpên çekdar bo ser baregehên artêşa Suriyê  li bakûra rojava ya wî welatî, 23 serbaz hatîne kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Li gor daxuyanî ya wê navendê, girûpên çekdar di hêrişên xwe de berdewam in bo berfirehkirina rûberê erdê li jêr desthilata xwe. herweha dibêje: Artêşa Suriyê karîye teva ya hêrişên wan ji nav bibe.

Wezareta berevanîya Rûsyayê belav kirîye jî, ku hêzên wan 6 firokeyên bê  firokevan xistîne xwarê, berî bigehin aramancên xwe bihingêvin li dema ku dixwestin hêriş bikin ser navenda Hemêmîm.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin