Ronakbîrî - Nurî Aldur

Ronakbîrî - Nurî Aldur

.

A+A-

Nurî Aldur

Bê goman ronakbîrî  proseseke/karekî ji xwendin, nivîsandin, guhdarkirin, lêkolîn, hizir-  û pujinandinan çêdibêt anjî li gel van hemî awayan hebûna ronakbîrîyê têt afirandin. Peyvoka latînî, ”entelektuel” kî ew peyvok jî di kurdîde têt bikaranîn,  heman wateya ronakbîrîyêye û belkî car carna jî ji peyvoka ronakbîrîyê hêsantir û zelaltirbejî. Lewra ezê bi zanistî van her dû peyvokan di vê nivîsa xwe de bikarbînim.

Ma șarte ku ronakbîr anjî ew kesên entelektuel dibistanên bilind û ûnîvêrsîte xwendibin? Bersivamin, li vir,  raste rast ”na” ye. Kesekî ku neçûbê unîvêrsîtan jî helbet karêt bibe ronakbîr û rewșenbîr – balam divêt bi zanit bixwênê, binivîsênê, lêbikolê û berî hemî tiștî ew divêt xwedî ”meraq” be. Eger meraqa fêrbûn, dûrbîntirin û pêșdeçûnan nebêt, gûhertinjî çênabin û gûhertin anjî xwe û berhemên xwe/keda xwe nûjenkirin jî krîtêrên entelektualîzmêne. Gelek nivîskarên cîhanê yên meșhûr hene ku neçûne unîvêrsîtan (mîna yên swêdî ku bi navên nivîskarên karkeran tên dinasîn) lê berhemên wan li gelek derên cîhanê belavbûne û li gelek dezgeh- û unîvêrsîtên cîhanê li ser kar û xebatên wan (roman, bîografî û berhemên wan yên din) tezên doktorayê, semînêr, filîm û dokumentasyonan di afirînin û pêșkêșî ferd û grûban anjî akademîsyan, dezgeh û hûkûmetan dikin.

Entelektuel(rewșenbîr/ronakbîr) divêt xwedî hinek taybetmendîyanbin; zanyarî û cesaret du krîterên bingehînin ku her ronakbîr divêt evan krîteran di jîyana xwe de/di șexsîyeta xwe de mîna goșt û hestû yekkiribêt anjî di kar û berhemên xwe de kiribêt hebûnek xwezayî. Û evan felsefe anjî bawerî/teorî/prensîb û karakter xwedî kontînûîtêtekbe(her demî/bi dewamî) di jîyan û dinya van entelektuelande; eger na wabêt, nabêt xizmetên ronakbîrî – bibêt, bibêt wê bibêt tiștekîdin ku ne karekî ilmî anjî rewșenbîrîbe. Helbet li ser babet û tema entelektualîzmê anjî ilim û alimdarîyê pir-  û gelek feylezof, teorîsyan, nivîskar, rojnamevan û her yêndin li ser vê temayê serên xwe pir êșandine û dîtinên baș û xweș bo nifșên duvxwere hiștine. Hinek ji van feylezofan evin: Platon, Popper, Kuhn….Sven-Eric Liedman, Joakim Israel….Cemal Nebez, Kendal Nezan, Ismail Besikci, Hasan Cemal…..

Ezê niha li vir, li gor bîr û bawerîyên xwe, çend mîsalên ku li gor normên entelktualîzmêne(ku bi zanyarî- û cesûrîye) bo xwendevanên Rûpela Nû pêșkêșbikim:

¤ berî bi demekê li Tirkîyê gelek ronakbîran beyaneke ku bi navê ”Ev șer ni bi navêmine” di medîa walêtde belavkirin. Gelek ji van kesan ji kar hatin avêtin, hatin dadgehkirin û șepirzebûn. Van kesan zanîbûn ku ewê ne bi gul û çîçekan bên bixêrhatin û wan rîsk û metirsî dizanîn; lê felsefe û karakterên wan bașqe alternatîv nedida wan.

¤ mîsala duemîn jî ewan kesên ku li dezgeh-  û dadgehên dewletê mûdafeyî sîyasî (bi tirkî: siyasi savunma) dikin. Ez karim li vir sê navan bibêjim; Ibrahim Güçlü, Selahettin Demirtaș û Osman Baydemir bi zanyarî û bi cesaret doza xwe û gelê xwe li hemberî dewletê di parêzin. Gelek paralamenterên HDP di meclisa tirkande navên gel û waletên xwe (li gel hemî tirs û metirsîyan) bi awakî vekirî û bilind bangdikin/hawardikin.

¤ mîsalameyî sêyemîn û dawî jî li ser grubeke resamên swêdîye, dor 70 kesîne. Evan kesan dijî ketina nav NATO (anjî mûracaata bo NATO) beyanek belavkirin-  û dibêjin ku bêterefî herî baștire – her ciqas ewan resaman/ronakbîran dizanin ku niha piranîya hemwelatîyan zitê wane jî, lê ewan xwe mecbûr dibînin anjî pêwîst dibînin ku gel ê xwe agadarbikin da gel bizanê ku bawerî û hizrêndîjî li Swêd hene. Cavkanîya vê mîsalameyî sêyemîn jî ji TextTV ya SVT de,  roja 22 ê vê meha nîsanêye.

Nokta dawî jî eve: di nav hemî awayên felsefe/teorî anjî bawerîyên sîyasîde çêdibê ku ronakbîr hebin û divê jî wabit. Bi gotinekedin: merov karê konservativbe(mûhafazakar), liberalbe anjî sosyalîstbe û di heman demêde ronakbîr/entelektuelbe – tenê ku krîter û normên entelektualîzmê muqades bibîne di jîyanêde bikarbîne.

Du gotinên baș û xweș:

¤ Kesên ronakbîr kêfxweșdibin bi fêrbûnê, yên cahil her dixwazin dersanbidin. Albert Camus 

¤ Bi yek delîlê 40 ronakbîr karin iqnabibin – lê yên cahil bi 40 delîlî jî îqna nabe. Anonîm

Nuri Aldur

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin