Rojane 25 hezar geştyar tên Hewlêrê

Rojane 25 hezar geştyar tên Hewlêrê

Qeymeqamê Hewlêrê ragihand ku tê pêşbînîkirin di heyama Cejna Qurbanê de bi sed hezaran geştyar berê xwe bidin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

A+A-

Qeymeqamê Hewlêrê ragihand ku tê pêşbînîkirin di heyama Cejna Qurbanê de  bi sed hezaran geştyar berê xwe bidin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

 

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd, ragihand ku di heyama Cejna Qurbanê de rojane 25 hezar geştyarên xwecihî û biyanî dê bên Hewlêrê.

 

Nebez Ebdulhemîd, aşkere kir ku heta dawiya Cejna Qurbanê tê pêşbînîkirin hejmara geştyarên serdana paytexta Herêma Kurdistanê kirine ji 200 hezaran derbas bibe.

 

Qaymeqamê navçeya navendî ya Hewlêrê dibêje, piraniya wan geştyaran ji herêmên navend û başûrê Iraqê tên.

 

Nebez Ebdulhemîd, ragihand ku li motel û hotelên li Hewlêrê ji aliyê kompaniyên geştyariyê ve cih hatine veqetandin û diyar kir ku komîsyoneke wan a pişkinînê jî dê bi awayekî aktîv kar bike.

 

Ebdulhemîd, hişyarî da wan motel û hotelên ku rênimayên rikaberiyê binpê bikin û got ku ew dê rastî prosedura yasayî bên.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin