Rêxistinên Çapemeniyê: Em nahêlin hûn rojnamgeriyê bifetisînin

Rêxistinên Çapemeniyê: Em nahêlin hûn rojnamgeriyê bifetisînin

.

A+A-

Li Enqereya paytexa Tirkiyê rojnamevanan wek nerazîbûnekê li himberê tundûtûjiya polîsan çalakiyek kirin û daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê. Di daxuyaniya 14 rêxistin û komeleyên çapemeniyê de tê gotin “Em nahêlin hun rajnamegeriyê bifetisînin.”

14 rêxistin û komeleyên çapemeniyê li Parka Abdî Îpekçî ya Enqerê li himberî tundûtûjiya polîsan nerazîbûn pêşan dan. Di daxuyaniyê wan rêxistinan de tê gotin "Em tundûtûjiya li hemberî rojnamegeran qebûl nakin, em dê qet qebûl nekin! Dest ji rojnamegeran berdin! Em dê bi hevgirtinê vê dorpêçê bişkînin!."

Di daxuyaniyê de desteserkirina kameramanê AFP Bulent Kiliç a roja Şemiyê tê bibîr xistin ku polîsan lê dabûn û tê gotin “Mafê protestoyê ku bi destûrê hatiye parastin bi kiryarî hatiye qedexekirin. Mirovên nikarin debara xwe bikin, bi neheqî ji kar tên derxistin, kesên dixwazin xwedî li tax, daristan û deryaya xwe derkevin û dijî êrîşên ser nasnameya xwe radiwestin rûbirûyê tundûtûjiya polîs û cendirmeyan dibin, nikarin dengê xwe bighînin. Karê pîşeyî yê rojnamegeran jî  ew e ku welatiyên ji bo mafên xwe derdikevin kolanan bikin nûçe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin “Lê dema hevpîşeyên me li ser navê civakê erkê xwe cîbicîh dikin rûbirûyê tundûtûjiyê dibin. Piştî giştînameya neyasayî ya Wezareta Navxwe ku di dema xwepêşandanan de girtina dîmenê polîsan qedex dike, ev tundûtûjî êdî bûye tiştekî gelekî metirsîdar.”

Roja Şemiyê 26ê Hezîranê di “Meşa Rûmetê” ya LGBTIyan de ku welatiyan jî piştgiriya wan dikir, polîsan midaxele kir, dema kameramanê AFP Bulent Kiliç xwest midaxeleyê tomar bike, polîsan ew avêtin erdê kaboka xwe danîn ser sto û pişta wî. Bulent Kiliç di nav lingên polîsan de bi zorê digot “Nikarim nefesê bistînim” û ji mirinê rizgar bû.

Rêxistin û komeleyên çapemeniyê tekez dikin ku hêzên ewlekariyê bi kiryarên xwe yên qanûnnenas dixwazin mafê gel ê bihîstina zanyariyan asteng bikin û dibêjin: “Rojnamegerî ne tawan e û em dê li ser karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam bin. Em tundûtûjiya li hemberî rojnamegeran qebûl nakin, em dê qet qebûl nekin! Em hişyariyê didin wan fermanberan jî ku li ser vê hişmendiya nemirovî pêdagir in: Pişta xwe nedin zirxê bêcezatiyê! Bêguman hun dê ligel ên ku ev fermana neqanûnî dane we bên darizandin! Em destûrê nadin hûn rojnamegeriyê bifetisînin!"

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin