Resensîyonek li ser pirtuka Nivîskar Lars Lönnroth

Resensîyonek li ser pirtuka Nivîskar Lars Lönnroth

.

A+A-

Nuri Aldur

Resensîyonek li ser pirtuka Nivîskar Lars Lönnroth .Professor i litteraturvetenskap vid Göteborgs universitet.  

Navê pirtukê : PARALLELLA LIV om Sven Delblancs och P.O. Enquists författarskap. 

 Lars Lönnroth och ellerströms förlag 2022. Pirtûk  215 pele.                                                                  

Min berê pirtûkên bi vê metoda ku nivîskar Lars Lönnroth nivîsîye nexwendibûn; û ez qala metoda ku di yek pirtûkêde du anjî ji didûwa bêhtir nivîskar pevre têne mûqayesekirin. Belkî peyvoka ”mûqayese” hinek provakatîvbe û hingî merov karêt bibêje ku jîyana du nivîskaran bi hemî awayan(bê guman bi pirani yan edebî/lîteratûrî) di pirtûkêde têt nivîsandin/șîrovekirin. Lê rastîya wê eve ku Lars du nivîskarên/îkonên swêdî (Sven Delblanc û Per Olov Enquist), pevre mûqayese dikêye: demên zaroktîyan wan heta xortanî û navserîtîya wan û bê ma van deman çilo û çawan bandor li ser hizr, ronakbîrî û pisporîya wan kirîye; dûr û dirêj hatîya nivîsandin, șîrovekirin û analîzkirin.

Di destpêka vê nivîsêde min qala ku min pirtûkên bi vî awayî berê nexwendibûn kiribû. Lê bi rêya vê pirtûkê ez fêrbûm ku gava haylooooo hê di dema împaratorîya Romê, berî mîlatê de, feylezofekî bi navê Plutarchos  

gelek berhemên felsefî bi yewnanî afirandine û di nav van berhemande Plutarchos; feylesof, pispor anjî kesêndin ku di beșêndin yên jîyanêde bi nav û dengbûn û jêhatîbûn pevre mûqayese kirine û wî ev berhem û mîras kirîye malê edebîyatê/lîteratûrê.

Nivîskar Lars Lönnroth bi xwe jî nivîskara û niha jî di  ûnîwêrsîta Göteborg da mîna profesorê lîteratûrê di xebitê. Ew van her du nivîskarên, ku tema vê pirtûkêye, baș dinasê. Dostanî û hevaltîya wî bi her dukanre jî hê di dema xwendevanîya wan de, li bajarê ûnîwêrsîtê li Uppsala yê, destpêkiribû û heta mirina her duanjî peyvendîyên wî li gel wan hebûn.Wî hemî röportaj, roman û berhemên wan yên din ku belav dibûn taqîp dikirin û ji jîyana wan ya edebî (û hata ji jîyana wan ya șexsîjî: nexweșî, alkohol, tenhatî, demên bê îșî/feqîrtî) jî agadarbû. Lê Lars pirr caran dibêjit ku ew Sven Delblanc bêhtir ji Per Olov Enquist nasdikê, ji ber ku hevaltîya wî û ya Sven gelek kevntirre û ewan gelek caran pevre xebitîne û pevre dem derbaskirine. Lewra Lars di derhaqê Sven de xwedî zanyarîya û karêt analîzên bi kalîte jî li ser berhemên Sven bike. Li gor Lars her du îkonên lîteratûra swêdî jî di xortanîya xwe de xwedyên bawerîyên radîkal yên sosyalîstîbûn. Lê piștî dem û dewranan bi her du kan re jî gûhertinên mezin çêbûn û wan kar û xebatên xwe yî nivîskarî her berdewam kirin. Per Olov Enquist di nav felsefa sosyaldemokrasîde anjî di nav partîya sosyaldemokratde, di gelek proje- û xebatande aktîv cîh girt – lê Sven Delblanc, her çiqas empatîya xwe li gel feqîr û bindesta hebû jî, mîna ”kulturkonservativ individualist” hat naskirin.(1)  Giringe ku ez vê jî  bibêjim ku Lars gelek nivîskarên din yên swêdî ku bi nav û dengin, kî ew jî di vê dema ku Sven û P.O Enquist li Uppsalabûn li gel haraketa kultûrî û ronakbîrîyêbûn bi nav dike û hinek ji wan jî evanin: Kerstin Ekman, Lars Gustafsson, Göran Palm, Göran Tunström ûhw…   

Lars qala alîyên wan yên mûșterekjî dike û de ka fermo em pevre  hinek ji wan mînakan jî bixwênin:                   ”…di romanên wan yên pêșîde, her çiqas newekhevîyên wan hebûn jî, her du jî ji demên zaroktîya xwe gelek îlham digrin û evan bo her dukan jî di hemî jîyana wan de/di karîyeran wan de xwe nîșan dide. (2)

”…di dema ku ne gelek nivîskaran karîbûn bi nivîskarîya xwe, xwe îdara bikin, Sven û P.O gihiștibûne sewîyeke wilo ku bi pênûsa xwe dijîn û pêwîstîya wan bi karekîdin nemabû..”.(3)

Em qala hinek dîtin- û bawerîyên wan ku jev cûdana jî bikin: Bandora teorîyên feminîzmê, di salên 70 yan de, li P.O bûbûn – lê di mesela jin û feminîzmê de Sven hêjî xwedî dîtinên xwe yî kevn bû û ev tișt ji alîyên feminîstan ve wek rexne li Sven dihata kirin.(4)

”P.O di destpêka xwendevanîya xwe de eleqadarî politîka û aktîvîtêtan yên komalan bo entelektualîzmê ne di bû… lê Sven hingî xwedî gelek heval û dostên radîkal û sosyalîstbû.(5)

Her du nivîskar- û îkonên me yî lîteratûra swêdî, di van deman de jîyana: Sven Delblanc 1931 – 1992  û  P.O Enquist 1934 - 2020

Çavkanî: 1:  rûpel 125 

2:  rûpel 24 

3:  rûpel 75 

4:  rûpel 167 

5:  rûpelên 19-20 an

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin