Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî daxwaza sekinandina lezgîn a bidarvekirinan li Îranê kir

Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî daxwaza sekinandina lezgîn a bidarvekirinan li Îranê kir

.

A+A-

Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê tevî îşarekirin bi bidarvekirina xwenîşanderan li Îranê, daxwaza sekinandina lezgîn a cezayê bidarvekirinê li Îranê kir.

Roja Sêşemî 2ê Cozerdana 1402 a Rojî, Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî di daxuyaniya xwe de tevî îşarekirin bi vê ku aliyê kêm 7 kes di Îranê de, pêwendî digel nerizayetiyên giştî, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, nivîsiye: “Dehan kesên din jî li girtîgehan de çavnihêriya cezayê bidarvekirinê ne”.

Herwisa vê rêkxirawê di daxiyaniya xwe de bas kiriye: “Rejîma Îranê mafê dadgehîkirina dadperwerane ji xwenîşanderan standiye û bi îşkencekirin, lêdana qamçiyan, şokên berqê, gefa kuştin û tundûtîjiya zayendî, canê binçavkiriyan xistiye metirsiyê”.

Di beşeke din a vê daxuaniyê de hatiye: “Bi zêdebûna rêjeya bidarvekirinan li Îranê, berpirsên dadweriya Komara Îslamî, 3 hevwelatiyên din ên bi navên “Mecîd Kazimî, Seîd Yeiqûbî û Salih Mîrhaşimî”, piştî îşkencekirineke gelek zêde û îtirafa bi zorê li dadgeheke nadadperwerane de, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de sepand û li girtîgeha Îsfehanê bidar vekirin”.

Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî bi belavkirina nameyeke servekirî rû li berpirsê Dezgeha Dad a rejîma Îranê “Muhsîn Êjêyî”, daxwaz ji hemû kes û aliyên din jî kiriye ku bi şandina nameyên nerizayetiyê, daxwaza sekinandina bidarvekirinan li Îranê bikin.

Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî di nameya xwe de rû li “Muhsîn Êjêyî” nivîsiye: “Li derheq vê ku 10an kes bi sedema dadgehîkirina nadadperwerane û bi hejmarek tohmetên wek “şer digel Xwedê û mufsîd li ser erdê” gefa bidarvekirinê li ser wan e, em gelek nigeran in û daxwazê dikin ku bileztirîn dem dawî bi meşa bidarvekirina xwenîşanderên nerazî yên binçavkirî di girtîgehan de bînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin