Qanûna serokatîya Kurdistanê hat qebûlkirin

Qanûna serokatîya Kurdistanê hat qebûlkirin

Parlementoya Kurdistanê qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê bi 89 dengan erê kir.

A+A-

Îro (08.05.2019) parlementoya Kurdistanê civiya û qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê sê partiyan hatibû amadekirin bi 89 dengan qebûl kir kir. Li gorî qanûna nû, serokê Herêma Kurdistanê wê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.

Heta niha yekta namzetê serokatiya Herêma Kurdistanê cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê nuha Nêçîrvan Barzanî ye.

krg-parlament.jpg

Li gorî rêkeftina navbera PDK, Gorran û YNKê, Nêçîrvan Barzanî di heman demê de namzetê wan partiyan e jî. Lê heta nuha diyar nebûye partiyên din wê li hember Nêçîrvan Barzanî namzedên xwe derxînin yan na. Li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hene û ji bo Serokatiyê Herêmê bi kêmanî 56 deng pêwîst dikin.

Postê Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî ku Mesûd Barzanî payîza 2017 ragihand ku êdî serokatiyê nake, ji bo demekê hatibû pasîfkirin û desthilata serok jî bi ser hikûmet û parlementoyê de hatibû parvekirin.

Piştî qebûlkirina projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji îro pê ve kesên ku şertên wan bigire dikarin ji bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê serlêdanê bikin.

Herkesekî ku dixwaze xwe wek namzedê serokê Herêma Kurdistanê nîşan bide, pêwîst e ku ligel belgeyên lazim CVya xwe radestî Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike.’

 Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijartin. Li ser daxwaza YNKê xalek li yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hat zêdekirin û li gorî wê xalê, wê du cîgirên serokê Herêmê hebin û desthilatên wan jî wê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê bixwe ve bêne destnîşankirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin