PZK- Batman Cegerxwîn bibîr anî

PZK- Batman Cegerxwîn bibîr anî

.

A+A-

Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Batmanê bi wesîleya salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskar Cegerxwîn ku yek ji hostayê mezin ê wêjeya Kurdî ye çû gundê lê ji dayik bûye û ew bi bîr anî.

Di bîranînê de pankarta PZK hat rakirin ú berdevkê PZK-Batmanê daxuyanîya PZK bi Kurdî xwend.

Daxuyanî li jê reye .

BIBÎRANÎNA CEGERXWÎN

''Esas navê wî Şêxmûs Hesen e. Di sala 1903'an da li Hesarê gundê Gercuşê hatiye dunyayê ku îro em li vêderê bune mêvanê Cegerxwîn .Ji bilî xebatên xwe yî sîyasî ,di sala 1928'an da di kovara Hawar da bi navê Cigerxwîn dest bi nivîsa helbestan kir.

10 Dîwan,2 Pirtukên çîrok,li ser ferheng û çîrok û zimanê kurdî 4 berhem û 3 cîlt Dîroka Kurdistanê ji me re mîrate ma

'Cegerxwîn yek ji pêşewayê modernîzekirina naveroka helbesta kurdî-kurmanciye.Ewî helbesta kurdî ji esmanan daxist anî di nava gel de belavkir.Ew bû pirek di navbera helbesta klasîk û ya modern de.Ew î hizra nasnameya kurdî bi destê helbestê praktîze kir. Helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek. Cegerxwîn di helbestên xwe de bitenê qala bindestiya milletê Kurd nake; şerê dijmin jî dike di helbesta xwe de û bang li Kurdistanîyan dike ku li hemberî dijmin têbikoşin.Her wiha ew î bi helbesta xwe piştgiriya hemû gelên bindest û çîna karkeran kir.Wek Qanadê Kurdo dibêje;Ew bû ensiklopediya rabûn û rûniştin û hevbendiya kurd.

22.10.1984'an di 81 salî ya xwe de li Stockolmê koça dawî kir.

Platforma Zimanê Kurdî(PZK) ku nûnertiya xwe li Batmanê ava kirîye bi vê helwesta ku ev zimanê şerîn anîye asteke payebilind; Em di salroja 37emîn wefata helbestvan,welatperwerê Kurd,kedkarê doza Kurdistanê Cegerxwîn de li gundê wî bi giramî bibîrtînin.

22.10.2021

Şaxa Batmanê Ya Platforma Zimanê Kurdî ( PZK )

p-003.jpg1-167.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin