PSK:Encama Sîyaseta Gef Xwarin Û Êrîş Wê Xirap Be

PSK:Encama Sîyaseta Gef Xwarin Û Êrîş Wê Xirap Be

Partîya Sosyalîst a Kurdîstanê (PSK) dî derheqê rojevê daxuyanîyek belav kîr.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Serokkomarê Tirkîyê berdewam gefa Kurdistana Rojava dixwe.

 

Hikumeta AK Partî, ji hebûna rêxistinên tundrew a Îslamî li ser tixubên Tirkîyê û Surîyê ne rehet nedibû û nedigot wan “li ser ewlehîya netewî xeter in” û her wisa alikarîya wan dikir. Lê belê hikumeta Tirkîyê, îro jî Kurdên Rojava û destkevtên wan li ser” ewlehîya netewî” wekî xeter dibine.

 

Serokkomar Erdoxan û karbidestên din ê Tirkîyê yên sîvîl û leşkerî, di her derfetek da gefa Kurdistana Rojava dixwin.

 

Dewleta Tirkîyê, di salen çûyî, di bin naven cuda cuda da, li Kurdistana Rojava operasyonên leşkerî encam da bi alikarîya Erteşa Azad a Surîyê, ku nokerê Tirkîyê ye, di Rojavayê Firatê hinek navçeyan dagîr kir. Hikumeta AK Partî îro xwe bona operasyonên leşkerî li Rojhilata Firatê amade dike.

 

Hikumeta AK Partî, aliyekî va gelek hewl dide, ku bona ku Dewleta Yekbûyî a Amerika (DYA) bona operasyonê leşkerî îkna bike, aliyekî va jî leşkerê xwe bona tixubên Surîyê dikşine.

 

Serokkomarê Tirkîyê Erdoxan, ku berê gef dixwar û digot “emê di şevekê da nîşkêva bên”, îro jî di civîneka partîya xwe da usa dibêje: “Me amadeyîya xwe temam kir, planên xwe çêkir û desturên pewîst dan. Me biryar daye û pêvajo jî dest pê kirîye. Dema pêşî lê vekirina kanîyên aşitîyê hatîye, dibe ku îro be, dibe ku ji qasê sibê nezîk be.”

 

Lê belê gotarên hanê, amedeyîya leşkerî, ne tenê pirsgirêkan çareser nake, her usa girantir dike û binbesta tundutijîyê kurtir dibe.

 

Operasyona leşkerî bo ser Rojhilata Firatê û dagirkirina vê navçeye, pêyvendîyên gelên navçeyê aloztir û xiraptir dike. Operasyonê hanê di berjewendîya gel da, ku rû bi rûyê pirsgirekên aborî ne û di bin giranî da dinalin, nîne û paruyê xelkê piçuktir dike.

 

Armanca projeya Erdoxan, ku bona cî û war kirina penaberên Surî di navçeyen dagirkirî da hatîye çêkirinê, guhartina demografiya navçe ye û berdewamîya sîyaseta dîrokî a dewleta Tirk e, ku dixwaze demografîyayê Kurdistanê bigore.

 

Divê bê zanin, ku berhema sîyaseta gef xwarin û guhartina demografî nîne û her usa sîyaseta hanê dibe sedema mezintir bûna pirsgirêkan.

 

Partîya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekê dinê banga Serokkomar û hikumeta AK Partî dike, ku dev jê sîyaseta hanê, ku pirsan aloztir û barê gel girantir dike, berdin û leşkerkêşî bo ser tixubên Surîyê rawestinin.

 

Divê DYA, Rusya û dewleten mezin a Rojava, dem û dezgeyên navnetewî li hemberê sîyaseta êrîşkar a dewleta Tirkîyê bê deng neminin.

 

PSK banga hemu alîyên sîyasî yên aşitixwaz, sendîka û komelên pîşeyî û sazîyên sîvîl dike, ku dengê xwe dijî armanca dewleta Tirk bona Rojhilata Firatê bilind bikin.

 

PSK carekî dinê daxwaz ji PYD, ENKS û partî û rêxistinên dinê yên Kurdistana Rojava dike, ku li ser bingeha Peymanên Hewlêr û Dihokê bi hevra kar û xebat bikin.

 

PSK, bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka demokratîk û aşitîyane, banga hemû hêz û partîyên Kurdistanê dike, ku li hembere sîyaseta gef xwarin û êrîşkarê hikumeta AK Partî milê xwe bidine hevdu.

 

06 Cotmeh 2019

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin