Polêsan êrîşî parlamenterên HDPî kir

Polêsan êrîşî parlamenterên HDPî kir

Parlamenterên HDPyî bi armanca piştgirîdana Leyla Guvenê, xwestin ji Nisêbînê ber bi Amedê ve derkevin rê, rastî êrîşa polêsan hatin.

A+A-

Parlamenterên HDPê yên Mêrdîn û Şirnexê ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ber bi Amedê xwestin dest bi meşê bikin. Polîsan li navenda Nisêbînê parlamenteran asteng kir û êrîşî wan kir. 

Piştî demekê parlamenterên HDPê û rêveberên HDPê ji avahiyê derketin û xwestin ber bi Amedê ve bimeşin. Di heman kêliyê de polîsan bi mertalan derdora HDPiyan girt û meşa wan asteng kirin. 
 
Polîsan bi mertal û copên xwe êrîş kir. Di vê kêliya êrîşê de polîsekî gelek caran bi copan li parlamenter Huseyîn Kaçmaz da. 
 
Hat ragihandin di êrîşa polîsan de destê parlamenter Pero Dundar jî di navbera mertalan de ma û tiliyên wê birîndar bûn. 
 
(MA)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin